Li welatekî xerîb, goristaneke xerîb, mirineke bêwext
.
Lê bi hemî awayê xwe ve merasîmeke bi çand, tore û edetên kurdewarî, bi rêz û hurmetê hûnandî, me kurdekî têkoşerê doza azadîyê, têkoşerekî dilsoz û xemxurê welatê xwe, endamê Komîteya Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê ya Danîmarkayê Osman Tokgoz , bi Alaya Kurdistanê, bi gulên nîşana rengên Alaya Kurdistanê, bi telqîn û diayên kurdî sipart axê.
Di vê merasimê de jin û zarok, xwişk û bira, gelek kesên malbatê amade bûn.
Heval û hogirên wî yên PAKê yên li Danîmarka û yên ji derên din yên ku ji welatên Ewropa hatibûn amade bûn.
Berpirsên Partîyên Kurdistanî, wek PDK, YNK, HDK, PSK, PDK-Bakûr û gelek kesayetên birêz amade bûn.
Dostên malbatê yên Danîmarkî di merasimê de bi çeleng û deste gulên kesk û sor û zer cîyê xwe girtibûn.
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê Mustafa Ozçelîk, hem bi peywendîyeke têlefonî serxweşî da kesûkarê gorbihuşt Osman Tokgoz, hem jî li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê çelengek şandibû goristanê.
Piştê sipartina axê ya cenazeyê Osman Tokgoz, hemî girse bi rêzê serxweşî dan malbat û hevalên wî yên PAKê.
Herwiha piştî merasîmê girse derbasî cîyê şînê bû. Wek li ser goristanê, cîyê şînê jî bi Ala Kurdistanê û bi rêmzên Kurdistanî ve hatibû xemilandinê.
Li wê derê jî bi qasê 3 seetan, yên hatibûn şînê, bi axaftin û bi sohbetên xwe bûn şirîkê êş û xemên malbatê û yên hevalên Osman Tokgoz û bi hev re xwarina şînê xwarin.
Gorbihuşt Osman Tokgoz çar meh bû ku bi nexweşîya pençeşêrê ketibû. Di 27.09.2021 de çû ber dilovanîya xwe.
Rûpela Nû/Danîmarka
01.10.2021
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin