Li Xakurkê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Leşkerekî Tirkiyê li herêma Xakurka Başûrê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de hat kuştin.
A+A-
Leşkerekî Tirkiyê li herêma Xakurka Başûrê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de hat kuştin.
Li gor medyaya Tirkiyê li herêma Xakurka Başûrê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de serdarê bi navê Mustafa Unal ê 26 salî canê xwe ji dest da. Biryar e cenazeyê Mustafa Unal sibe 20ê Tîrmehê li navçeya Çeltîk a Konyayê bê binaxkirin.
Hat ragihandin ku operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li herêmê berdewam e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin