Li Zîlanê ava bendavê kêm bûye, “hestî derketine ser rûyê erdê”
.
Ajans 65ê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku, piştî ava Bendava Koçkopruyê ya li ser Çemê Zîlanê kêm bûye, “hestiyên mirovan derketine ser rûyê erdê”.
Li gorî îdiayekê, li navçeya Erdîşê ya Wanê, piştî ava Bendava Koçkopruyê ya li ser Çemê Zîlanê hatiye avakirin kêm bûye, hestiyên mirovan derketine ser rûyê erdê.
Li gorî nûçeya Ajans 65ê, Serokê Komeleya Parastin, Lêkolîn û Bipêşxistina Berhemên Dîrokî û Xwezayê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçikî gotiye, ji bo wan delîlan tune bikin bendavan çêdikin ku ji ber qetlîamên li herêmê hatine kirin, mane: “Tişta diye delîl in û tiştên bi salan e em dibêjin piştrast dikin.”
“Divê dozgerî lêkolînê bike”
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Mehmet Karataşî jî ji bianetê re gotiye, derbarê mijarê de kesî serî li wan nedaye: “Divê dozgerî xebatekê bike bê ka ew hestî yên mirovan e yan jî yên zindîwerên di in û divê lêkolînê li ser hestiyan bike. Rast e li wir qirkirinek pêk hatiye lê divê derbarê vê mijarê de xebateke berfireh bê kirin û rastiyên berbiçav derxin holê.”
Berê bendav paşê jî HES çêkirine
Bendav 120 kîlometre dûrî navenda Wanê ye û 10 kîlometre jî dûrî navçeyê ye. Ava çemên herêma Zîlanê li vir kom dibin. Bendava Koçkopruyê di navbera salên 1978ê û 1992yê de li gundê Agaçorenê hatiye avakirin. Li ser bendavê Santraleke Hîdro Elektrîkê (HES) hatiye sazkirin ku di sala 2020ê de dest bi kar kiriye û piştî av li vê derê kom bûye, ava bendavê kêm bûye.
“44 gund hatine valakirin”
Kalçikê destnîşan kiriye ku dibe hestiyên derketine holê têkildarî qetlîama ku di Tîrmeha 1930î de li herêmê pêk hatiye be: “Dema behsa Zîlanê dibe, du mijarên girîng hene. Mijara destpêkê di Tîrmeha 1930î de 5 hezar kurd hatin qetilkirin. 44 gund hatin valakirin û mirov li vir nehiştin. Ji wê rojê û vir ve hewl didin dîroka kurdan û hestiyên kurdan ên li wir veşêrin
“Li gel vê û bi qasî vê mijarê girîng, çavkaniya me ya avê ya ku tê ser Gola Wanê. Li vê çavkaniya avê jî, qada herî zêde zêdebûna zindîweran li vir pêk tê.
Rojnameger Îdrîs Yilmazê ku derbarê Qetlîama Zîlanê de belgefîlmekê amade dike û lêkolînan dike, gotiye, li Zîlanê di bin her kevirekî de zêmarek û qîrînek heye.
Qetlîama ZîlanêQetlîam di 13ê Tîrmeha 1930î de destpê kiriye û di encamê de 5 hezar gundî hatine kuştin û 44 gund hatine tunekirin. Rojnameya Cumhuriyetê di 16ê Tîrmeha 1930î de nûçeyek derbarê qetlîamê de çêkiribû û gotibû: "Li girên Çiyayê Araratê balafirên mi bombebaraneke xurt li dijî rêbiran pêk tîne. Çiyayê Agiriyê her gav di bin teqîn û agirî de dinale. Qertelên hesinî yên tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Newala Zîlanê hetiye ber hevê xwe bi cesedan tijî bûye." Nûçegîhanê nûçeyên taybet ê Rojnameya Cumhuriyetê Yusuf Mazharî di nûçeya xwe de gotibû ku li Newala Zîlanê 15 hezar mirov hatine kuştin. Li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes hatine kuştin. Piştî qetlîamê dest danîbûn li ser mal û milkên gundiyan. Gundiyan di sala 1950yî de ji bo mal û milkên xwe bi şûn de bistînin serî li Dadgeha Asliye Cezayê ya Erdîşê dabûn lê ti encamek bidest nexistibûn.
|
Nûçe: Bîanet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin