Lijneyek ji bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê tê pêkanîn
.
Li serokatiya herêma Kurdistanê lijneyek ji bo nivîsandina destûra herêma Kurdistanê tê pêkanîn.
Îro 23.06.2021ê endamê lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêngavên nivîsandina destûrê destpê kirine, piştî civîna serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyonan biryar hate dayîn lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêkbê.’’
Herwaha got: ‘’Hewldan ji bo wê armancê ye di vê dema parlamentoyê de destûr bê nivîsandin.’’
Seroka Parlamentoya Kurdistanê di dema civîna li gel hejmarek konsolên giştî yên welatên endam li Yekitiya Ewrupa li ser pêngavên nivîsandina destûra herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Hemû hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê hebûna destûreke herêma Kurdistanê ya têde maf û azadî hatî pênase kirin de li ser heman fikrê ne.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kiribû ku naha li serokatiya herêma Kurdistanê saziyek şêwirmendiya yasayî û destûrî hatiye pêkanîn û ji hersê serokatî û hemahengiyek gelek baş di navbera wan de heye bo wê pirse û piştevanî û alîkarî û hemahengiya temam di navbera serokatiya parlamentoyê û serokatiya herêmê de heye ji bo vê pirsê.’’
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin