LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Amedê deriyên xwe veke

LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Amedê deriyên xwe veke

.

A+A-

LiteraKurd Mala Wêjeyê, dê di 6ê Nîsana 2025an de li Sûra Amedê deriyên xwe ji hezkiriyên edebiyatê re veke.

Ev saziya nû dê bi armanca geşkirina ziman û wêjeya Kurdî dest bi xebatên xwe bike.

Bi minasebeta vekirinê dê akademîsyen Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dêcle bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê xêrhatina mêvanan bikin û di panelekê de biaxivin.

Piştî bernameyê jî dê kokteyleke bê lidarxistin.

LiteraKurd Mala Wêjeyê diyar kir ku ev hewldan encama fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd e, ji bo ku bibe navenda ziman û wêjeya Kurdî hatiye avakirin.

Li gorî gotina LiteraKurd Mala Wêjeyê, ev sazî dê hewl bide ku edebiyata Kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye, bigihîne hev û bîra Kurdî ya ku bi gelek sedeman belavbûyî bi tevgereke kolektîf bîne cem hev.

Litera Kurdê li ser vekirina deriyên xwe peyamek belav kir û got:

“Wekî tê zanîn, malên wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin.

LiteraKurd jî bi vê armancê dê rengê Kurdî li bajêr geş bike û deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke.

Her wiha dê nivîskar û xwînerên Kurdî bîne cem hev û bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen pêş bixe. LiteraKurd dê nivîskarên Kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

Hemû hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî tên vexwendin ku di 6ê Nîsanê de beşdarî vê çalakiya vekirinê bibin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin