Liv û tevgerên DAIŞê li dora Diyalayê zêde bûne
Jêderekî emnî yê Iraqî eşkere kir, ku li çend navçeyên parêzgeha Diyaleyê çekdarên DAIŞê çalak in û metirsiyê li ser deverê çêdikin.
A+A-
Wî jêderî bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji medyaya Rûsî re got:
"Navçeyên Hewd El-Weqif li parêzgeha Diyale bûne navçeyên çalakiyên çekdarên DAIŞê. Tevî piroseyên serbazî yên Iraqî li wê parêzgehê û navçeyên din ên Iraqê, çalakiyên xwe berdewam dikin.
Herwiha wî jêderî diyar kir, ku çekdarên wê grûpa tundrew, li wan navçeyan bûne metirsî li ser parêzgehê û parêzgehên derdorê jî. Ji ber ku rez û baxçe û navçeyên çandiniyê li wê deverê gellek in, ew çekdar dikarin bi asanî tevgerê bikin herin û bên.
Ev yek jî di demekê de ye, ku hêzên emnî û serbazî yên Iraqê çendîn operasyon li dijî çekdarên DAIŞê kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin