Luîs Sako: Ne ji Herêma Kurdistanê ba, rewşa Xiristiyanên Iraqê dê ji ya Xezzeyê xirabtir bûya

Luîs Sako: Ne ji Herêma Kurdistanê ba, rewşa Xiristiyanên Iraqê dê ji ya Xezzeyê xirabtir bûya

.

A+A-

Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako dibêje, Xirîstiyanên Îraqî rûbirûyê koçberiyeke mezin in. Herêma Kurdistanê Xiristiyan hewandin, eger ew nebûye, rewşa wan dê ji ya xelkê Xezzayê xerabtir bûbûya.

Luis Sako îro di gotarekê de ragihand, pêkhateya Xirîstiyanan li Iraqê hest bi xemgînî, êş, tirs û tevliheviyê dike, ji ber ku ew bi şêweyên qismî û komî hatine piştguhkirin.

Tekez kir jî: “Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya Xirîstiyanên Iraqê nekiriba, bi taybetî li Mûsil û bajarokên Deşta Neynewayê, bi taybetî di dema êrişên DAIŞê de, rewşa Xirîstiyanan dê ji rewşa niha ya Xezzeyê xirabtir bûye ku di wê demê de hikûmeta Iraqê alîkariya wan nekir.

Sako amaje bi wê yekê jî kir ku “ne aramiya siyasî, ne ewlekarî, ne aramiya aborî û ne jî serweriya ku hemû Iraqî jê hêvî dikin, heye.” Herwiha got: “Li Iraqê durûtî di têgînên wek demokrasî û azadî, destûr, yasa û welatîbûn de heye, heta li cem kesên ku li ber Xwedê sûnd xwarine jî ku wan biparêze jî.”

Ev hemû jî bi gotina Sako, “dibin sedema lawazbûna karîna saziyên dewletê, kêmbûna nirxên exlaqî û niştimanî, xerabûna xizmetguzariyan, tenduristî û perwerdeyê, belavbûna gendelî û zêdebûna bêkarî û nexwendewariyê.”

Herwiha got: Êrîşên li ser karîn û karên Xirîstiyanan û destdanîna ser mal û milkên wan hîn jî berdewam in. Herwiha bûyerên guherandina ola wan bi darê zorê ji aliyê DAIŞê yan kesên din, îslamîkirina biçûkan, neparastina mafên wan, hewldana nehîştina dîrok û mîrata wan a olî û gotinên nefretê yên di hin gotarên olî û pirtûkên perwerdehiyê de jî berdewam in.”

Tekez kir jî, piraniya partî û hêzên Xiristiyanan yên Iraqê li pey pere û desthilatê ne û dema hatin ser desthilatê, tenê berjewendiyên xwe diparêzin, tevgera Babiliyon mînaka herî diyar a vê yekê ye.

Sako amaje bi wê jî kir, dêr jî di nav xwe de hatine dabeşkirin, sedema vê ya sereke jî, tevgera Babiliyon e, ku hin qeşe ji bo berjewendiya xwe bikar tîne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin