M. Feyyaz Ekmen, îro jî li nav xelkê Batmanê bû
Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen îro jî xebata xwe ya hilbijartinê, li gelek cihên curbecur ên Batmanê domandin.
A+A-
Çalakîyên namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Feyyaz Ekmen, di 29ê Adarê de li Batmanê li gelek ciyan pêk hat.
Bi ekîba Batmanê ya kar û barê xebata hilbijartinê ya herêmî û bi beşdariya endamê rêvebiriya PAKê Vahit Aba û Seyda Alpşen îro bi girseyî li AVM ya Worldmarê belavok belav kirin.
Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Feyyaz Ekmen xwe bi esnafan da naskirin û bi rûniştvanê Batmanê re rûbirû sohbet kir.
Dûre li cadeya Diyarbekirê, di bin baranê de ekîbê, belavok belav kirin û piştgirî xwestin. Li bazara taxa Mobil de jî namzetê serbixwe Feyyaz Ekmen xwe da naskirin u ji wan daxwaza piştgirîyê kir. Xelkê bazarê bi coşeke mezin pêşwaziya ekîbê kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin