Maas: Ez ê daxwaza berdana welatiyên Elman ji Tirkiyê bikim
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas ku heftiya bêyî wê were Tirkiyê, ragihand ew ê rewşa girtiyên welatiyên Elmanyayê bixe rojevê. Maas diyar kir divê Tirkiyê şert û mercên bo asayîkirina têkiliyan cîbicî bike.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas, di Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya ku li Viyanayê hate lidarxistin de, li ser serdana Tirkiyê axivî û got ku ew ê rewşa welatiyên Elmanyayê ku li Tirkiyê girtî ne bixe rojevê, ev pirsgirêk divê bêne çareserkirin û bo asayîkirina têkiliyan ew ê bibe pengavek.
Maas wisa dewam kir: Elmanyayê bi eşkere anî zimên ku ji aliyê Elmanyayê ve nayê qebûlkirin welatiyên Elmanyayê hin ji wan îdîaname jî di derbarê wan de nîne girtî ne. Divê Tirkiyê şert û mercên bo asayîkirina têkiliyan bi cih bîne. Ev mijar dê bibe rojeva serdanê.
Tê zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, 28-29a Îlonê de wê serdana Elmanyayê bike. Çavlirê ye Erdoğan wê daxwaza alîkariya aborî ji Elmanyaye bixwaze lê, ji daxuyaniyan zelal e niyeta Elmanyayê tune alikariya aborî bide Tirkiyê û wê hin daxwazên siyasî bo asayîkirina têkiliya di navbera Tirkiye û Ewropayê de bike.
Tê zanîn, Rojnamevan Deniz Yücel û Meşale Toru, Mafnas Peter Steudtner jî tê de, 50 welatiyên Elmanyayê li Tirkiyê girtî ne û hin ji wan bêyî îdanameyê hatine girtin.
Her wiha Erdoğan dixwaze di serdana Elmanyayê de ji girseya tirk re biaxive û berpisên AK Partiyê formulek jê re digerin. Lê berpirsên Elmanyayê bo vê yekê ne razî ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin