Macron: Di demeke nêz de Ukrayna nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

Macron: Di demeke nêz de Ukrayna nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê ragihand ku proseya endambûna Ukraynayê bo Yekîtiya Ewropayê dûr û dirêj e û dibe bi dehên salan jê re bivên.

Bi helkefta “Roja Ewropayê” Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê gotarek pêşkêş kir û got: “Endambûna Ukraynayê ji bo Yekîtiya Ewropayê di van nêzîkan de qet ne aqilane ye.”

Macron got “Ukrayna bi wê têkoşîn û wêrekiya ku li eniyên şer pêşan daye, bûye endamê Yekîtiya Ewropayê û wek endamê malbata Ewropayê temaşe dikin, lê di pratîkê de endambûna wî welatî li Yekîtiya Ewropayê pêdivî bi çendîn sal heye û dibe bi dehên salan. Eger em bixwazin Ukrayna bilez bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, divê wê demê em pîvanên endambûna Yekîtiyê daxînin û careke din prensîp û behayên wê di ber çav re derbas bikin.”

Yekîtiya Ewropayê ji 27 welatên parzemîna Ewropayê pêk tê. Endambûna Yekîtiya Ewropyê pêdivî bi derbaskirina proseyeke dûr û dirêj e ku aliyên siyasî, aborî û çendîn warên din li xwe digre.

Di salên borî de bi taybetî piştî sala 2014an ku Rûsyayê Nîvgrava Kirîmya kontrol kir, Yekîtiya Ewropayê rêkeftineke bihevre karkirinê ligel Ukraynayê îmze kir ku rê dide wî welatî bê ti astengekê tevlî bazarên Yekîtiya Ewropayê bibe û derfet daye Kievê ku sîstema xwe ya aborî heta satekî nû û modern bike.

Ligel destpêkirina êrêşa serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Kievê daxwaz kir ku Ukrayna yekser bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê hinek welatên rojhilatê Ewropayê bi germî pêşwazî li vê pêşniyarê kirin, lê li Brukselê wek daxwazeke ne di cihê xwe de tê binavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin