Macron serdana Rûsya û Ukraynayê dike

Macron serdana Rûsya û Ukraynayê dike

.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi mebesta çareserkirina kêşe û aloziyên navbera Rûsya û Ukraynayê, serdana wan herdu welatan dike.

 Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi mebesta çareserkirina kêşe û aloziyên navbera Rûsya û Ukraynayê, serdana wan herdu welatan dike.

Koşka Elysee bi daxuyaniyekê ragihand; Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di 7ê Sibatê de serdana Rûsyayê bike û di 8ê Sibatê de jî biçe Ukraynayê.

Emmanuel Macron diyar kiribû ku ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Rûsya û Ukraynayê, ew dikare biçe Rûsyayê.

Macron destnîşan kiribû ku ji rewşa Ukraynayê gelek nîgeran e û ji bo vê mijarê armanca wî ya ewil, kêmkirina aloziyê û dîtina çareseriyek li ser bingeha Rêkeftinên Minskê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin