Macron : Serwerî û aramiya Iraqê girêdayî peywendiyên baş ên bi Herêma Kurdistanê re ye

Macron : Serwerî û aramiya Iraqê girêdayî peywendiyên baş ên bi Herêma Kurdistanê re ye

.

A+A-

 Serokê Fransayê got, “Serwerî û aramiya Iraqê girêdayî peywendiyên baş ên bi Herêma Kurdistanê re ye” her wiha behsa peywendiyên Parîs û Hewlêrê û civîna sala 2017an a bi Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî re jî kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Înê 21ê Cotmehê 2022an piştî bidawîbûna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bersiva pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî ya derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê da.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Înê piştî bidawîbûna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bersiva pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê da.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî ji Emmanuel Macron pirsî “Hûn hewlên avakirina hikûmeta Iraqê çawa dibînin? Ji bo parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê çi dikin? ”piştî êrîşa meha borî ya mûşekî û firokeyên bêfirokevan ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve li ser çend deverên Herêma Kurdistanê.

Emmanuel Macron teqezî li ser pêwîstiya “peywendiyên aştiyane” di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û ragihand, “Serwerî û aramiya Iraqê girêdayî peywendiyên baş ên bi Herêma Kurdistanê re ye.”

Emmanuel Macron amaje bi serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê bo Fransayê di 2ê Berfanbara 2017an de û civîna wan li Koşka Elysee kir, piştî ku Hikûmeta Iraqê siza bi ser Herêma Kurdistanê de sepandin. Hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên wê demê zext û sizayên li ser Herêma Kurdistanê sivik kirin û piştre jî rakirin.

 

Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî 20.12.2022 li Koşka Elysee civiyan.

Peywendiyên xurt di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de hene. Di Îlona 2014an de, Serokê wê demê yê Fransayê Francois Hollande serdana Hewlêrê kiribû, ji ber ku Herêma Kurdistanê di şerekî dijwar de li dijî DAIŞê bû. Di Tebaxa 2021an de Macron serdana Hewlêrê kiribû.

Serokê Fransa diyar kir ku ew hêvîdar e Herêma Kurdistanê di aramî û asayîşê de be û di warê darayî de jî peywendiyên aştiyane di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebin. Macron behsa siyaseta welatê xwe yê bi Herêma Kurdistanê re kir û anî ziman, “Fransa dê bi cidî beşdarî û rola xwe di parastina vê ewlehiyê de berdewam bike, bi taybetî ji bo bihêzkirina serweriyê.”

Emmanuel Macron her wiha behsa proseya siyasî ya Iraqê kir û destxweşî li xebata Berhem Salih serokomarê berê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, her wiha pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û serokomarê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û hêvî kir ku di demeke nêzîk de bi wan re biaxive.

Deqa bersiva Emmanuel Macron a ji bi pirsa Peyamnêra Rûdawê Alî Şalî;

Rûdaw: Birêz Serok, ez Ala Şalî me, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ji Herêma Kurdistanê. Hûn hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê çawa dibînin? Her wiha piştî xwepêşandanên Îranê me dît ku Îranê êrîşî Herêma Kurdistanê kir. Hûn ji bo parastina Kurdistanê çi dikin?

Serokê Fransayê Emmanuel Macron: Spas, zor spas, di destpêkê de, ez dixwazim silav û rêzê li kar û azayetiya Serokkomar Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa Kazimî ku nîşan dan di van salên dawiyê de bikim. Ew hevbeşên girîng bûn û serkirdeyên aza bûn. Bi taybet Serokwezîr Kazimî ku me berî salekî li gel wî konferansa Bexdayê li dar xist ku Fransa û li gel hemû Hevpeymanên li navçeyê kar kir da ku hevgirtinek hebe ji bo berevaniyê di ber serweriya Iraqê de û her wiha jî hevgirtinek hebe ji bo aramiya navçeyê.

Ez dixwazim pîrozbahiyê li serokkomarê nû û serokwezîrê nû bikim û hêvî dikim ku bikaribim di demeke nêzîk de ligel wan biaxivim. Hêviya Fransayê ew e ku Iraq bikaribe bi aramî bijî û serweriya wê bi temamî rêzlêgirtî be, ji aliyê hemû hêzên navçeyê ve. Serweriya Iraqê û aramiya wê girêdayî pêwendiyeke li ser xwe ya bi Herêma Kurdistanê re ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku wek hûn dizanin min pêşwaziya wê kiribû di sala 2017an de di serdema aloziyê de û di wê derbarê de em bi berfirehî ligel hev axivîbûn û ligel Serok Barzanî jî û Nêçîrvan Barzanî ku wê demê serokwezîr bû.

Hêviya min li vir ew e ku Kurdistan jî bikaribe bi ewlehî û aramiyeke temam bijî û ligel pêwendiyên hêmin di navbera Hewlêr û Bexdayê de di warên diravî û aborî de lê bi taybet ku ewlehiya Kurdistanê parastî be ji aliyê hemû hêzên navçeyê ve. Lewma Fransa dê bi cidî berdewam be di beşdarbûna xwe de û bi rola xwe di parastina vê ewlehiyê de û bi taybetî jî ji bo qayimkirina serweriyê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin