Macron: Tirkîye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin

Macron: Tirkîye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku helwesta Tirikîyê li hemberî DAIŞê ne zelal e, û got: “Tirkîye şerê wan hêzan dike ku ligel me şerê DAIŞê dikin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya civînên NATOyê de li Londonê, ligel Serokê Amerîkayê  Donald Trump civîya û rexne li pêgeha Tirkîyê ya di NATOyê de kir û got: “Hem endamê NATOyê ye, hem ji diçe ji Rûsya S-400 dikire. Ev çawa endamtîya NATOyê dibe?"

Emmanuel Macron nerazîbûna xwe li hemberî êrişên Tirkîyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got: “Divê em nedîyarîya Tirkîyê ligel çekdarên DAIŞê zelal bikin. Tirkîye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin. Ev mijarek stratejîk e." 

Macron herwiha dîyar kir ku Tirkîyê dikarî sisteme berevanîya Ewropî bikire, lê wê sîstema Rûsî S-400 kirîye û ew yek jî di alîyê teknikê de ne pêkan e. 

Îro li Londonê Lûtkeya NATOyê birêve diçe. Dosyeya Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê, li kêleka hevdîtinên endamên Hevpeymanîya NATOyê ji mijarên serekî yên gotûbêjên endamên wê hevpeymanîyê ne.

Tevî mijarên girêdayî pêwendîyên welatên endamên NATO û Tirkîyê û weltên Ewropayê, mijarên girêdayî pirsa Sûrîyê û Tirkîyê di serê acendayên civîna lûtkeya 4 alî de ne, ku li kêleka civînên NATOyê dê bê encamdan. 

Nakokîyên navbera rêxistinê û endamên wê li gel Tirkîyê zêde bûne û hêzên Kurdî yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet YPG yek ji xalên serekî yên nakokîyên navbera herdu alîyan e.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin