Madeyên hişbir; Kurdistan bûye cihê 'transîtê'
.
Li Iraqê di 3 mehên destpêkê yên îsal de 11 hezar kes ji ber bikaranîna madeyên hişbir an jî ji ber firotinê hatine girtin. Li Kerkûkê zêdebûneke mezin di hejmara bikarhêneran de heye. Li aliyê din Silêmanî bûye yek ji navendên bazirganiyê yên “transîtê”.
Peyamnêrên Rûdawê li Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Bexdayê lêkolîn li ser dosyeyên bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir kirin. Di lêkolînan de encamên balkêş hatin bidestxistin.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Herêma Kurdistanê, li Kurdistanê ti zêdebûnek li ser bikaranîna madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişbir nîne lê li Kerkûkê ji sedî 80yê girtiyên di 3 mehên borî de ji ber bikaranîn an jî firotina madeyên hişbir hatine girtin. Silêmanî yek ji wan herêman e ku madeyên hişbir ên ji Îranê tên ji wir derbasî bajarên Iraqê dibin. Li aliyê din li Iraqê bazirgan bi firokeyên bê mirov bazirganiyê dikin.
Li Kurdistanê rewş aram e, mafya nîne
Peyamnêrê Rûdawê Behroz Ferîdûn gihîşte berpirsên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Herêma Kurdistanê û hat diyarkirin ku li gorî sê salên dawîn, di sê mehên destpêkê yên sala 2022an de hejmara bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir zêde nebûye.
Li Herêma Kurdistanê grûbeke mafya an jî bazirganekî mezin ku firotina madeyên hişbir bike, nîne.
Li her çar parêzgehên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce) Herêma Kurdistanê madeyên hişbir ên ku herî zêde tên bikaranîn tiryak û heşîş in. Her wiha di van du salên dawî de hebên krîstal jî hatin dîtin.
Li Kerkûkê hejmara girtiyan zêdetir bûye
Rêveberiyên Polîs û Girtîgehên ku nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Hîwa Husamedîn ji wan ragihand, li bajêr hejmara kesên ku bazirganiyê dikin û madeyên hişbir bikar tînin zêdetir bûne.
Li gorî agahiyên Berdevkê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî, tenê hefteya borî 23 kes ji ber bikaranîna madeyên hişbir hatine desteserkirin. Bazirganek hat kuştin û yekî din jî bi saxî hat girtin.
Rayedarên girtîgehê diyar kirin, li girtîgehên ku berê bi piranî tawanbarên "terorî" lê dihatin girtin, niha ji sedî 80ê girtiyan ji ber madeyên hişbir di girtîgehan de ne.
Li gorî rayedaran, herî zêde hebên sentetîk û krîstal ji Îranê tên herêmê. Ji sînorên Basra, Diyala û Silêmaniyê re madeyên hişbir bi qaçaxî tên anîn.
Hat destnîşankirin ku Kerkûk bûye herêma ku madeyên hişbir li bajarên Iraqê tê belavkirin lê ev rewş ji bo Herêma Kurdistanê jî metirsiyê çêdike.
Silêmanî cihê transîtê ye
Rêveberê Asayîşa Giştî ya Şaxa Têkoşîna Bi Narkotîkê ya Silêmaniyê Merîwan Elî ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand, piraniya madeyên hişbir ên ku hatine girtin ji bo ku bi qaçaxî ji ser Herêma Kurdistanê re derbasî derveyî welat werin kirin anîne wî bajarî.
Elî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di vê mijarê de weke herêmeke transît tê bikaranîn û got, “Madeyên hişbir karesata civakî ya îro ye. Ew tenduristî û ewlehiya gel tehdîd dike.”
Merîwan Elî yê ji sala 2005an û vir ve di Şaxa Têkoşîna Dijî Narkotîkê de dixebite, diyar kir ku bi mezinbûna bajêr re hejmara kesên ku tiryakê bikar tînin jî zêdetir bûne. Îsal heta niha 26 kesên ku bazirganiya tiryakê dikin hatine desteserkirin.
Li Kifrî hejmar zêde bûye
Peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd ji Kifrî ya ku yek ji navçeyên Rêveberiya Taybet a Germiyan a Silêmaniyê ye ragihand, ji destpêka îsal ve heta niha 40 kes ji ber bikaranîna madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişbir hatine desteserkirin. Par di tevahiya salê de hejmara kesên ji ber vê tawanê hatin desteserkirin 60 kes bûn.
Li gorî berpirsê Rêveberiya Têkoşîna Dijî Narkotîka Germiyanê, 12 ji wan kesên hatine desteserkirin Ereb û Îranî ne.
Bikarhêner jî tên cezakirin
Li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir wek tawan tê dîtin. Bazirgan bi cezayên curbecur tên girtin, di nav wan cezayan de muebet jî heye.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Herêma Kurdistanê di sala 2021an de hezar û 943 kes ji ber bikaranîna madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişbir hatine desteserkirin. Ji van 863 kes hatin girtin, 33 rasterast hatin berdan, 194 kes jî bi kefaletê hatin berdan.
Di çar mehên destpêkê yên îsal de 565 kes hatin desteserkirin, 328 kes hatin girtin. Bi tevahî 66 kîlo û 476 gram madeyên hişbir hatin bidestxistin.
Firokeyên bêmirov li Iraqê di bazirganiya narkotîkê de tên bikaranîn
Wek salên borî, îsal jî Hikûmeta Iraqê di têkoşîna li dijî madeyên hişbir de bi ser neket.
Li parêzgeha Basrayê bikaranîna madeyên hişber û bazirganiya wê bi taybetî di nav ciwanan de roj bi roj zêdetir dibe.
Basra ji ber ku bi Îranê re cîran e, yek ji bingehên sereke yên veguhestina madeyên hişber ji Îranê bo Iraqê ye.
Şêniyekî ji Basrayê ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kir ku bi taybetî ciwan berê xwe didin madeyên hişbir.
Welatiyekî din ê ji Besrayê amaje bi wê yekê kir ku divê tawanbar bên îdamkirin da ku pêşî li bazirganiya madeyên hişbir bê girtin.
Madeyên hişbir li Bexdayê bi dronan tên veguhestin
Li gorî zanyariyên ku ji Wezareta Navxwe ya Iraqê gihîştine peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz, di sê mehên îsal de zêdebûneke berçav li ser bikaranîna madeyên hişbir, tiryak û bazirganiya madeyên hişbir heye.
Rayedaran diyar kirin ku di bazirganiya tiryakê de rê û rêbazên cuda tên bikaranîn.
Li gorî çavdêrên ku li Iraqê mijara madeyên hişbir dişopînin, êdî bazirgan bi dronan madeyên hişbir vediguhezin.
20ê Nîsanê di drona ku li Basra ya li ser sînorê Îran û Iraqê hatibû girtin de, hat dîtin ku tiryak lê hatibû girêdan.
Çavkanî Îran e
Li gorî agahiyên ku Berdevkê Wezareta Navxwe ji Rûdawê re ragihand, ji sedî 50ê ciwanên hatine girtin madeyên hişbir ên sentetîk bikar tînin.
Di navbera 1ê Çile û 21ê Nîsanê de li hemû parêzgehên Iraqê 4 hezar û 280 kes ji ber madeyên hişbir hatine girtin. Li gorî pisporan ev rewş welat ber bi xaleke “ji terorê xetertir” dikişîne.
Rapor diyar dikin ku madeyên hişbir bi giranî ji ser Îranê re derbas dibin. Madeyên hişbir yên Îranê ji herêmên sînorî yên wek Basra, Diyala û Silêmaniyê derbas dibin. Deriyê sînorî yê Şalemceh ê li Basrayê xala herî girîng a bazirganiya madeyên hişbir e.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin