Malbat û hevalên Feyyaz Ekmen li ser mezelê wî merasîmeke bibîranînê li dar xistin
.
Malbat û hevalên Feyyaz Ekmen roja 30ê Nîsana 2023yê, di duyemîn salvegera wefata wî da, li Kercewsê, li ser mezelê wî merasîmeke bibîranînê li dar xistin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen, di roja 30.04.2021ê da, li Almanyayê, ji ber nexweşîya koronayê, koça dawî kiribû.
Malbata Feyyaz Ekmen û revebir û endamên PAKê, yên ji Amedê, Batmanê, Hezoyê, Mêrdînê, Qoserê, Dêrikê, Ruhayê, Wanê, Başûrê Kurdistanê, Stenbolê, Antalyayê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî û gelek welatperwerên Kurd beşdarî merasîma bibîranîna Feyyaz Ekmen bûn.
Mezelê Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan, beşdarên merasîmê gul danîn ser mezelê wî.
Di destpêkê da yasîn hate xwendin, beşdaran fatîha xwendin. Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun di derbarê jîyan û têkoşîna Feyyaz Ekmen da kurte axaftinek kir û li ser navê PAKê û malbatê spasîya beşdaran kir.
Bedretîn Ekmenê kekê mezin ê Feyyaz Ekmen jî spasîya PAKîyan kir û axaftineke kurt a hestyar kir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji bo vê pêşewazîyê spasîya malbata Feyyaz Ekmen kir û di derbarê girîngîya keda Feyyaz Ekmen a di doza azadîya Kurdistanê û di nav refên PAKê da axaftinek kir.
Mustafa Ozçelîk got :"Kek Feyyaz nuha li me dinêre û li me guhdar dike û ji wê dinyaya ku ew lê ye tiştina ji me ra dibêje".
Mustafa Ozçelîk axaftina xwe weha dewam kir: "Kek Feyyaz ji me ra dibêje, ji hev hez bikin, li hev xwedî derkevin, rêzê li hev bigirin. Hûn çiqasî li hev xwedî derkevin, tê wê maneyê ku hûn li me jî, li doza me jî xwedî derdikevi. Ji bo tiştên biçûk dilê hev nehêlin, tişran li hev mezin nekin.Tıştan şêlû nehêli, bê helwest nebin, lê belê, bi sebir bin, gotina xwe ya herî dawî, di destpêkê da nebêjin.
Nuha em yên li vê dinyaya ku em lê ne, ji hev ra dibêjin xwezî me filan gotin negotibûya, xwezî me filan tişt nekiribûya, xwezî me di wexta xwe da filan tişt kiribûya. Lê hûn wek me nekin. Bila xwezîyên we kêmtir bin, tiştên biçûk mezin nekin. Doza miletê me ji me hemûyan mezintir û girîngtir e."
Mustafa Ozçelîk axaftina xwe weha bi dawî anî:"Belê, kek Feyyaz, emê, gelê me, dê wê alaya ku we wek kedkar û şehîdên Kurdistanê bi salan hilgirtibûn, emê li erdê nexin.Tu şika me jê tuneye ku her çar perçeyên welatê me jî dê azad û rizgar bibe".
Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, helbestvanê Kurd Sêxmûs Hemo di derbarê Kurdistanê û doza azadîyê da helbestek xwend.
Piştî merasîma bibîranîna Feyyaz Ekmen, malbata Feyyaz Ekmen ji bo beşdarên merasîmê xwarinek amade kiribûn.
Piştî xwarinê beşdarên merasîmê vegerîyan bajarên xwe,
30.04.2023
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin