Malbata Frîşte Ehmedî: Frîşte ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye şehîdkirin

Malbata Frîşte Ehmedî: Frîşte ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye şehîdkirin

.

A+A-

Malbata Frîşte Ehmedî ew jina di xwepêşandanên Mihabadê de canê xwe ji dest daye ragihand ku keçan wan Frîşte ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin. Ji aliyên din ve jî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan berdewam in.

Piştî Serokê Dadê yê Parêzgeha Urmiyê  ragihand ku Frîşte Ehmedî di nav mala xwe de bi gule hatiye kuştin û ti pêwendî bi xwepêşandanan nîne, malbata Frîşte ew îdia red kir.

Bav û birayên Frîşte Ehmedî di videoyekê de li kêleka hev rûniştine, birayê wê Îbrahîm Ehmdî dibêje: “Xwîşka min ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye şehîdkirin.”

Îbrahîm Ehmedî wê nûçeya medyaya fermî ya Îranê jî red dike ku belav kiriye dema Frîşte hatiye kuştin ti xwepêşandan li nêzîk taxa wan nebûne.

Îbrahîm Ehmedî dibêje: “Mezintirîn xwepêşandan wê demê li nêzîk mala me bûye û Frîşte ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.”

Dîmenên keça Frîşte Ehmedî, li ser gora wê dema digirya, gelek deng vedan, medyayên fermî yên Îranê di çendîn raporan de hizbên Rojhilatê Kurdistanê tometbar kirin ku sûda xirab ji giriya keça Frîşet dîtine û projeya bi kuştindana xelkê hene.

Her di wê videoyê de, birayî Frîşte Ehmedîê dibêje hatiye belavkirin ku wan gilî li ser hin kes yan aliyan tomar kiriye, lê ew nerast e û wan giliyên xwe biriye cem xweda û radigihînin ku desthilata Îranê Frîşte Ehmedî şehîd kiriye.

Xwepêşandan berdewam in

Li bajarên Dêloran, Îlam, Sine, Merîwan, Dîwandere û Bokanê li Rojhilatê Kudistanê şeva derbasbûyî xwepêşandan berdewam bûn.

Xwepêşandana herî mezin û tund jî li bajarê Dêloran ê parêzeha Îlamê bû. Xelkeke zêde daketin ser cadeyan û rê û gotin û bi agir hilkirn û drûşman li dijî desthilata Îranê nerazîbûn nîşan dan.

Li Îranê jî, li çend navçeyên Tehranê, bi taybetî Tehran Pars, li bajarê Şehsewar li parêzgeha Mazenderanê, li bajarê Çabehar li Belûçistanê û Bender Ebasê xwepêşandan û nerazîtî hebûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin