Malbata Jîna Emînî raporta bijîşkî ya fermî ya Îranê red dike

Malbata Jîna Emînî raporta bijîşkî ya fermî ya Îranê red dike

.

A+A-

Malbata Jîna Emînî, ya ku li Tehranê di encama îşkenceya polîsên ahlaqî yên Îranê can da, raporta bijîşkî ya fermî ya Îranê red dike û dibêje, dema me ew bir nexweşxaneyê li ser lingên wê birîn hebûn û berpirsê mirina qîza me polîs e.

Li gor raporta bijîşkî ya fermî ya Îranê, keça Kurd Jîna Emînî ne ji ber darbên di ser û lingên xwe de ku dema ji alîyê polîsên ahlaqî ve li Tehranê hatibû desterkirin can daye. Raport îdia dike ku Emînî bi sedema mercên berê yên tendirustiya xwe can daye.

Hat zanîn ku naveroka raportê do Înê ji hêla medya dewleta Îranê ve hat ragihandin.

Emînî ya 22 salî ji bajarê Saqiz ya li eyaleta Kurdistanê bû. Ew, di 13’ê Îlonê de ji ber lixwekirina kincên ne guncaw, li Tehranê ji alîyê polîsên ahlaqî ve hatibû desteserkirin û pişti 3 rojan di 16ê Îlonê de li nexweşxaneyê can dabû.

Herwiha polîsên Îranî dibêjin ku piştî wan Emînî ji bo “perwerdê” birine navenda hêzên ewlekariyê, wê li wir krîza dil derbas kiriye. Lê malbata Emînî dibêje ku li ser lingên wê birîn hebûn û ew polîs ji mirina qîza xwe berpirs dibînin.

Raporta bijîşkî ya Îranê jî destnîşan dike ku mirina Jîna Emînî ne ji ber darbeke ser û lingên wê bûye û herwiha raport eşkere nake ku di laşê Emînî de tu birîn hebû yan na.

Herwiha rapor bal dikşîne ser mercên bijîşkî yên Emînî yên berê û dibêje, wê di 8 saliya xwe de amelîyateke tumora mêjî derbas kiriye. Lê malbata Emînî red dike ku pirsgirêkên wê yên dil hebûn.

Herî dawî Hikûmeta rejîma Îranê da zanîn ku di derbarê mirina Emînî de lêpirsînek didome.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin