Malbata ku got 'Belê em Kurd in' rastî êrîşê hat
Li Sakaryayê, bav û kurên ku pirsa 'Gelo hûn Kurd in?' bersivandin û gotin 'Belê em Kurd in' rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de bav Kadir Sakçı(43) jiyana xwe ji dest da û kurê wî Burhan Sakçı (16) birîndar bû.
Li Sakaryayê bav û kurê wî çima ku Kurd in rastî êrîşeke nijadperest hatin.
Di êrîşê de Kadir Sakçiyê 43 salî jiyana xwe ji dest da û kurê wî yê 16 salî jî birîndar bû.
Bûyer, roja yekşema borî li navçeya Hendek a Sakaryayê, li taxa Yenimahalleyê, li ber qehwehaneyê qewimî.
Li gor zanyariyan Kadir Sakçi û Burhan Sakçi, wexta di ber qehwehaneyê re derbas dibûn, Hikmet Usta û kesên pê re, berê wan girtine û çima ku bi Kurdî dipeyivîn, Hikmet Usta ji wan pirsiye 'Gelo hûn Kurd in an Sûrî ne?' Bav û kur Sakçı jî gotine 'Belê em Kurd in'.
Piştî vê, êrîşkar Hikmet Usta gotiye 'Jixwe ez ji we hez nakim' û rahiştiye çekê xwe û teqe li wan kiriye.
Bav û kur Sakçı, li cihê bûyerê birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya Sakaryayê. Digel dermankirinan bav Kadir Sakçı li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Dermankirina Burhan Sakçı hê didome.
Fahrettin Sakçıyê biryayê Kadir Sakçı got di sala 2006an de birayê wan Sabri Sakçı jî bi vî awayî li nîvê zikakê hatiye kuştin.
Hate ragihandin ku êrîşkar Hikmet Ustayê ku piştî bûyerê reviyaye Bursayê, gotiye 'ez serxweş bûm.
Parêzgariya Sakaryayê jî îdia kir ku êrîşkar serxweş bû û tewanbarê çendîn sûcan bû ku li Bursayê hatiye desteserkirin û bûyer ne ji meseleyeke etnîkî ye lê Usta serxweş bûye û bi dengekî bilind çêr kirine ji ber vê qewimiye.
Piştî bûyerê li ser medyaya civakî kampanyaya 'Belê, ez jî Kurd im' destpê kir û bûyer bi tundî hate şermezarkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin