Malpera RIATAZA 90 salîya rojnameya “Rya teze” pîroz dike!
Derheqa keda rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” da gelek caran hatîye nivîsar, xwesma di hêla pêşketina ziman, çand, folklor û edebîyeta kurdî da bilind hatîye nirxandin
Têmûrê Xelîl
Derheqa keda rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” da gelek caran hatîye nivîsar, xwesma di hêla pêşketina ziman, çand, folklor û edebîyeta kurdî da bilind hatîye nirxandin
Lê bi fikira me qîmetê “Rya teze” yê herî bilind ew e, ku eva 90 sal e bi zindîbûna xwe va ji neyar û xêrnexwazên me ra dibêje: -Kuro, lawo, hûn çawa dibêjin zimanê kurdî têr nake, dîroka kurdan tune, nivîskarên kurdan tunene, çand û edebîyeta wan tune, dema em bi rîya rojnameya xwe bi dehan salan ser asteke bilind ji cihanê ra dibêjin em hene û ne kêmî we ne! Vê carê rojnameya “Rya teze” hejmara xwe ya 4972an hema bêje bi temamî dîyarî 90 salîya xwe kirîye û ew bi awayekî rengîn raberî hezkirîyên rojnameyê kirîye
Di wê da gotarên Serokê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî, parlamênterê Parlamêntoya Komara Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, nivîskar/helbestvan Eskerê Boyîk, rojnamevan Têmûrê Xelîl, welatparêzekî bêhempa Hesenê Mehmed Celîlovê ji Qazaxistanê derheqa wê roja bi nav û nîşan da çap bûne
Ev hejmar bi alîkarîya Desteya Bilild ya Bingeha Lalişê û Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî hatîye weşandinê
Xwendevanên delal, eger hûn dixwezin ronahîya 90 salan netemire, ji rojnameyê ra bibin pişt û sitûn, ew hewcê alîkarîya aborî, maddî, çandî û moralî ye
Pêwendî bi redaktorê wê Tîtalê Kerem ra daynin, e-mail, adres û têlêfonên redaksyonê li jêrê hatine nivîsar.
Bona tevaya hejmara rojnameya “Rya teze” bixwînin, li ser vê lînkê bitikînin
https://krd.riataza.com/wp-content/uploads/2020/04/mart-2020.pdf
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin