Mam Celalê ku ez dinasim

Mam Celalê ku ez dinasim

Murad Ciwan

A+A-

Roja sêşeme (03.10) piştî nîvro ku min telefona xwe vekir, pêre pêre xebera malavayîkirina Mam Celal hat ber çavên min. Tevî ku piştî xwînderbûna di mêjî de ev çend sal in wî nedikarî gelek fonksiyonên xwe bikarbîne û weka ketibe riyeka bêveger jî xemgîniyê giraniya xwe bi ser hişê min ve berda. Dîmenên wî yên ji roja min ew naskir heta îro di ber çavên min re derbas bûn; bi diltezînî min ferq kir ku gelê kurd rêberekî xwe yê gelek bikêrhatî wenda kir, ciyê wî ne mimkin e bê dagirtin. Mam Celalekî din nema tê; ew fenomenekî taybet bi xwe bû.


Ew ne tenê siyasetmedar; pêşmerge, rêkxer, diplomat û nivîskarekî bikêrhatî jî bû. Qedera kurdan e, rêberên wan hergav di xizmeta piralî de ne, Mam Celal jî piralî bû, lê di hemûyan de hosta bû jî.
Bi bextewerî jiyana min di ser riya têkoşanê de pêrgiyî ya Mam Celal jî hat, bexteweriyek bû ku ez rûbirû wî nas bikim, beşdarî civata wî bibim, li gel wî sohbetê bikim. Ji bo hevkariya rêxistinên Kurdistanî; çi du alî yan pir alî, çi jî di qada herçar parçeyên Kurdistanê de be bi saetan di civînan de pê re hevkar bûm.


Zêdeyî salekê piştî avabûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mam Celal di ser Kurdistana Bakur re derbasî başûrê Kurdistanê bû. Ez xortekî bîst û yek salî, di nav DDKDe (T-KDP) de, endamê komîteya Diyarbekirê bûm. Mam Celal ji Şamê bi balefirê çû Stenbolê ji wê derê firiya hat Diyarbekirê, bû mêvanê sekreterê partiyê Umer Çetîn. Pişt re Çetîn bi ereba xwe ew girt, wan berê xwe da Wanê. Muhterem Biçimli bû şofêrê herduyan. Li Wanê bûn mêvanê Alîşêr, ji wê derê jî hevalan bi qaçaxî ew derbasî Kurdistana Başûr kirin.


Di payiza 1978an de li gel çend hevalên berpirs di ser Geverê û Şemzînan re em derbasî Kurdistana Başûr bûn li meqerê wan ê li ser sê-sînor; li aliye Başûr em bûn mêvanê Mam Celal. Nûşîrwan Mistefa û Alî Askerî jî li wir bûn. Mam Celal serê sibeha wê payiza zozanên sar, mihek ji bo me da serjêkirin, me serê sibehê serûpê û hûrûrêvî xwar û di firavînê de jî em li ser sifreyeka têr goşt rûniştin. Nedigot piçûk-mezin; gelek qîmet dida mêvanên xwe, ew gelek mêvanhez û xweşsohbet bû, bi piçûkan re piçûk, bi mezinan re mezin, bi gundiyan re rêncber, bi xanedaniyan re arîstokratekî qirnane bû.


Di salên heftêyî de, wek rêxistin me gelek alîkarî kir di derbaskirina kesayetî, pêşmerge û lazimiyên YNKê de ji Suriyeyê di ser Kurdistana Bakur re bo Başûr. Heta, di navbera herdu rêxistinan de li ser meseleyên uslûba karkirin û hevkariyan de bêrezonansiyek peyda bû, pêwendî cemidîn, qut bûn. Lê piştî 12ê îlonê, her wekî li gel rêxistinên hemû parçeyan, me peywendiyên dostane ji nuh ve li gel YNKê jî avakirin.


Di dema raperîna 1991ê de li Şeqlawa em rastî hev hatin. Agirbestek di navbera orduya Seddam û hêzên kurd de bûbû, meriv di nav eskerên Seddam re ji Pîrmamê derbas dibû diçû Hewlêrê. Kurd li nava bajêr, eskerên Seddam li dora wê bûn. Li Şeqlawayê li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê civîneka ji hemû partiyên Kurdistana Başûr hatibû lidarxistin. Amadeyi hebûn da ji bo gotûbêjan biçin Hewlêrê, heyeta Seddam jî ê bihata wê derê. Meha temuzê bû. Di adarê de heyeta kurdan çûbû Bexdayê. Niha ew ê bihatana Hewlêrê. Em wê demê li Rewanduzê mêvanê Partiyê bûn û bi vê minasebetê em jî hatin civîna Şeqlawayê. Hemû serokên kurdan li civînê ne. Gava Mam Celal em dîtin çavên wî çirûsîn. Mazûban xwest me pê bide nasîn, got: ‘’Kaka, emane biraderanî xoman in!’’ Wekî din li Îranê, li Londonê, li Wiyanayê derfetên hevdîtin û karkirina bi hev re li gel wî ji bo min peyda bûn.


Ji dûrî ve min Mam Celal û xebatên wî yên bêwestan her roj taqîb kirin. Her ku çû di çarçeweya Başûr û Iraqê de, di ya Rojhilata Navîn de û li qada navneteweyî rola wî mezintir û berbiçavtir bû. Ew evîndarê her çar parçeyên Kurdistanê bû, gava zimanê soranan ji bilî soranî lal bû, wî weka bilbil kurmancî diaxift.


Mezintirîn şansa kurdan ew e ku dewrek hat, serok Mesûd Barzanî û Mam Celal wek du rêberên girîng hevahengiyeka xebat û têkoşana bi hev re afirand û xist xizmeta doza Kurdistanê. Serkeftinên kurdan yên vê dawiyê bi giranî berhemên vê hevahengiya van herdu sengên giran in. Ew di esasî de nebûn hevrikên hev, temamkirên hev bûn. Rolên wan parve bûn. Lêhatî bû ku yek bû serokkomarê Iraqê yê din serokê Herêma Kurdistanê.


Serokkomariya Mam Celal ji bo avakirina Iraqa piştî Seddam jî şansekî mezin bû, rolka tayinkir lîst. Lê ku nexweş ket ereban tu ders jê negirt, ji hev ketin, bûn dijminên req ên kurdan jî. Ew nexweşiya ku li mêjiyê wî derbû jî ji wê stres û kaosa Bexdayê bû. Mam Celalî bi sebra xwe ya bêdawîn bi salan li gel Bexdayê daûstend.


Li Rojhilata Navîn gelek caran bahs dihat kirin ku Yasar Arafat çend serokekî zîrek û bikêrhatî ye. Min bi taybetî mijûlayiya xwe daye ser ferqa navbera Mam Celal û Yasar Erefat. Ne bi hostatiya dîplomasî û siyasete, ne bi sebr û hamulê, ne bi xwedan prensîbiya welatperwerî, mirovperwerî û mafperweriyê, Arafat nedibû şagirtê Mam Celal jî. Eger milete Arafat wek milete Mam Celal kêmderfet û dorlêpêçayî buya kî zane bê ew ê di çi halî de buya.


Çend asê bibûya jî, Mam Celal gotina dawîn nedigot, derfet ji bêderfetiyan derdixist, bêdeng bimana, daqurtanda jî, ji mêrxasî, welathezî û miletheziya xwe û ji armanca serxwebûna miletê xwe qet nehat xwarê.


Ciyê wî nayê dagirtin, lê wek neteweyekî me gelek şans û derfet hene da em ji bîrûbawerî û tecrubeyên wî bibin xwedan sermiyanekî dewlemend. Destpêşxeriya avakirina hevkariya stratejîk a PDK-YNKê xezîneyeka vî sermiyanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin