Mamoste Ayşe hat berdan
Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a derbarê girtina mamoste Ayşe Çelîk de, ew hat berdan.
A+A-
Ayşe Çelîk a ku wek “Mamosta Ayşe” tê naskirin ji ber gotibû “bila zarok nemirin” bi hinceta “propegandaya terore” cezayê zîndaniyê lê hatibû birîn, hat berdan.
Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a derbarê girtina mamoste Ayşe Çelîk de, ew hat berdan.
Ayşe Çelîk di sala 2016aan ji Amedê bi telefonê beşdarî bernameya "Beyaz Show" bû û ji ber di bernameyê de gotibû "bila zarok nemirin" sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û piştre ligel keça xwe ya 6 mehî xistibûn zîndanê.
Piştî serlêdana parêzerên wê Mahsunî Karaman û Benann Molu Dadgeha, Qanûna Bingehîn biryar da ku girtina mamoste Ayşe binpêkirina mafê îfadeyê ye û li ser vê yekê ew hat azadkiri
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin