Mamosteyên Kurd daxwaza berdana Şeiban Mihemedî kirin
.
Hejmarek mamosteyên dibistanên Sine, Merîwan û Seqizê bi nûnertiya mamosteyên tevaya parêzgeha Sineyê li gel Rêveberê Perwerdeya Parêzgeha Sineyê civiyan û daxwaz jê kirin, Şeiban Mihemedî çalakvanê mafên mamosteyan bê azadkirin.
Nûnerên mamosteyên parêzgeha Sineyê di civîna li gel Rêveberê Perwerdeya Parêzgeha Sineyê Reşîd Qurbanî de ragihandine, Şeiban Mihemedî, mamosteyê dibistanekê li qezaya Merîwanê yek ji çalakvanên herî xuya yên mafên mamosteyan e û nabê rê bê dan ku ji ber beşdariya wî di nerazîbûna mamosteyan de bê desteserkirin û bi wê sedemê bihê darizandin.
Şeiban Mihemedî, du heftiyan beriya niha û di dema xwepêşandeke nerazîbûnê ya mamosteyên parêzgeha Merîwanê de ji aliyê hêzên Îtilaata Merîwanê ve hat desteserkirin. Du rojan piştî desteserkirina wî mamosteyî, Qaymeqamê Merîwanê soz dabû mamosteyan ku Şeiban Mihemedî bo dadgehê bê şandin, lê paşê derket holê ku bo Îtilaata Sine hatiye veguhastin.
Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamosteyên Îranê îro ragihand, bi sedema cîbicînekirina daxwazên wan, roja Şembiya heftiya bihê, ew dê dest bi kombûnan li ber deriyê fermangeh û rêveberiyên perwerdeyê bikin.
Mamosteyan daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û cîbicîkirina biryara pilebendiya mamosteyan dikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyên nerazî daxwaza xwendina bi zimanê dayikê û dadmendiya perwerdeyî jî dikin.
Her îsal li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, mamosteya Kurd a ciwan Zara Mihemedî tenê ji ber ku zarokên Kurd fêrî zimanê wan ê dayikê dikir, ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin û cezayê 5 sal zindanê bi ser wê de hatibû sepandin.
Zara Mihemedî roja 08/01/2022 li gel hejmareke welatiyan çû ber zindana Sine û berî radestbûna bo zindanê, tekez kir, “di zindanê de baweriya min a bi hizir û karên min dê bihêztir bibe.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin