Mamosteyên Kurdî dê êdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin
.
A+A-
Li gorî nameyeke ku ji Rêveberiya Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê re hatiye şandin, mamostayên Kurdî yên li Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê êdî bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.
Rêvebera Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê Sena Germiyanî roja Çarşemê 4ê Berfanbara 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Me nameyeke fermî ji Encûmena Wezîran wergirtiye ku dê êdî mamosteyên Kurdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.”
Sena Germiyanî ragihand, ew biryara kesên ku li deverên di bin kontrola hikûmeta federal de mamostetiyê dikin, li xwe digire.
Sena Germiyanî her wiha anî ziman, dê ji sibe ve dest bi cibicîkirina biryarê were kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin