Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Manîfesto, Polonya, Kurdistan…

A+A-

Yek ji pirtûkên helî navdar îro li Dinyayê, bêşik Manîfestoya Komunîst e. Ew di naverok û formata xwe de xebatek kurt û watedar e. Lê bi qasî kurtbûn û watedarîya xwe, ew xebat dîsa bi milyonan caran bêtir ji xwe mezintir bûye. Çiqasî ev xebat hatibe nas kirin û bihistin ew hîna mezintir bûye. Manîfesto li hemû Dinyayê olan daye. Di nava entelektuelan de Manîfesto hîna jî bûye mijara niqaş e; di nava xwe de entelektuel dibêjin; gelo ev xebat tenê pirtûkek e, broşûrek e, programa tevgereke siyasî ye, deklarasyoneke felsefî- dîrokî ye, rêş nivîsek e an ji gotarekê dirêj e, an na…

Mirov dikaribû gelo çi navî li vê xebatê bike? Belê, hina jî nîqaşên entelektuelî li ser vê pirsê berdewam in. Ev xebat bi milyonan caran weke çavkanî hatiyê destnîşan kirin. Di nava tevgerên Sosyalîst - Komûnîst de ev xebat xwediyê otorîteyeke bêhempa ye. Gelek caran çepgiran ev xebat weke ementûya xwe jî dane xebitandin. Ji hevdû re gotine; Manîfesto wilo dibêje! Ev xebat ji Tewrat, İncîl û Quranê bêtir hatıye wergerandin, belav bûye û bûye çavkanîyeke serek e. Heta burjuwazî û dijberan jî ev Manıfesto bi baldarî û bi tırs xwendin e!

Ev xebat di navbêna sala 1847 û 1848 an de ji aliyê Karl Marks û Fredrıch Engels ve hatibû nivîsandin. Di Manîfestoyê de Marks û Engels dîtinên xwe di derbara siyaset, ekonomî, pêwendiyên navnetewî, dîrok, felsefe, keda mirovan, nakokîyên civakî bi kurtî derdixistin pêşberî xwendevanan. Rêxne li pergala sermayedarîyê digirtin û pêrê jî hilbet, bi kurtî hınek çareserîyên xwe jî pêşkêş dikirin. Ev dîtinên ku di Manîfestoyê de dihatin pêşkêş kirin xofeke kûr xistibû nava dilê serdestên Dinyayê.

Çi gava ku Manıfesto bi zimanekî biyanî çap dibû, Mark û Engels di derbara vî welatî de ditinên xwe yên şênber formûle dikirin. Manıfesto di sala 1892 an de bi zimanê Polonî çap bû, wê demê Fredrıch Engels pêşgotineke kurt li ser pirsa Polonya  nivîsandibû. Di vê pêşgotinê de Engels qala serxwebûna Polonya dikir. Serxwebûna Polonya bi nirxên çepgir derdixist pêşberî civakê. Engels eşkere digot; Serxwebûna Polonya me hemûyan elaqedar dike.

Li gorî Engels burjuwazî û arıstokratên Polonî ji bona serxwebûna welatê xwe karekî birêkûpêk nekiribûn. Di pirsa serxwebûnê de serdestên Polonî sist tevger dikirin. Îro ev bar bêtir ketibû ser milên kedkarê Polonî. Bahweriya Engels wilo bû. Serxwebûna Polonya bi qasî ku jî kedkarê Polonî re giring bû, ewqasî jî ji bona hemû kedkarên Ewrûpî pirsgirkek giring bû. Hewcedarîya hemû kedkarên Ewrûpî bi serxwebûna Polonya hebû. Ji ber ku hevkarî di nava miletan de incex gava ku hemû milet serbixwe bin, dibû pêkan. Weke tê zanîn, hevkarî di nava mirovên azad de incex dikaribû biba watedar. Hevkariya ji dil xwedî wate bû. Di pirsa Polonya de Engels ev ditin bi zelalî derdixistin pêş. Li vir wekheviya netewan dihate parastin û dibû pirseke etîkî ji bona helwesteke çepgir.

Têzanın ku di wê dema dîrokî de Polonya di navbêna sê welatan de perça bibû. Ne welatekî serbixwe bû. Engels giringiya serxwebûna Polonya li gorî nirxên çepgirîyê diparast. Serxwebûn ji bona Engels rêgeza bingehîn bû. Dewleta Polonî, weke realîteke hiqûqî, wê demê tünebû. Welatên dagırker bi rêbazên kolonyalist karûbarên dewletê dimeşandin. Erka civakê di destê dagirker û kolonyalîstan de bû. Lê Engels li dijî vê yekê derdiket û digot; divê her dîk li ser sergoyên xwe bang bidin! Her kes divê di welatê xwe de azad bibe.

Piştî demekê ev nirxên çepgirîyê serûbino bûn. Çegirên ku ne çepgirbûn jî nedixwaztin ku vê rastıya ku Engels zelal formüle kiribûn bibînin. Di her warî de canbaziya fikri dikirin, di nava çewçew û gotinên vala de, wana berjewendiyê dewleta xwe bêtir derdixistin pêş. Ji kesên wilo re dûra sosyal şoven hatibû gotin. Belê… Di nava siyaseta Rojhilata Navîn de jî çepgirên sosyal şoven, hejmara wana bi rastî gelek bilind bû! Heta enflasyona wana hebû! Hejmara sosyal şovenan rojane bilind dibû lê rûmeta wana jî roj bi roj kêm dibû…

Gava ku Marks û Engels Manıfesto nivîsandibûn, li Kurdistanê jî serhildana Mîr Bedirxan hebû. Ev serhildana ku doza serxwebûna welatê xwe dikirin, pişti demeke kurt şikestibû. Dewleta serdest zora serhildana Kurdan biribû. Serok û reberên Kurdan hemû jî hatibûn nefikirin. Yek ji wana ji Sadunê Omerî bû. Sadun yek ji fermdarê Mîr Bedirxan yê neqandîbû. Sadûnê Mihemed Cizîrî ji malbata axayên Omeriyan bû. Dewleta Osmanî bi mala Bedirxanîyan re ew nefikiribûn bajarê Rusçûk li Bulgarıstanê. Hîna ji kes nızane bê gora wîna li kudere ye…

Belê. Gelo wexta ku serhildana Mir Bedirxan aktüel bû, hayê Dınyayê ciqasî jê vê serhildanê hebû? Kurdan ji aliyê ragıhandinê de çiqasî doza xwe li Dinyayê dabûn danasin? Marks û Engels ê ku di heman demê de Manıfestoya Komunîst nivîsandi bûn, gelo hayê wana ji vê serhildanê qet çêbibû? Bi rastî ez ne bahwer im! Lê xweşbextane, rewşa Kurdan nûha hinekî cüda ye. Baş - xerab îro doza Kurdan li Dınyayê baş tê nas kirin…

Lê ez baş dizanim ku fikir û ramanên Marks-Engels ku di Manıfesto de hatıbûn formulekirin bikêrî miletê Kurd ji dihatın. Heke serxwebûn, yekgirtina miletê Polonî ji bona kedkarên Ewrûpî pirseke giring bû, wê çima ev nirx ji bona miletê Kurd ji derbas nebûna? Mînaka Polonya û dîtinên Marks- Engels bi zelalî li ber çavan bûn. Marks-Engels, heke îro saxbana, beşik wê hevalê fikra serxwebûna û dewletbûna Kurdistanê bûna! Lê gelek Tırk, Ereb, Farıs û Kurdên sergêj, nezan û aqıl çelqîyayî him digotin em çepgirin û him jî fıkra serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê, weke projeke li dijî îdealên çepgirîyê dıdane nasandin. Di vê pirsê de mafên Kurdan yên serxwebûn û dewletbûnê binpê dikirin. Di vê helwestê de mirov eşkere dibîne ku canbazîya fikri, manîpulasyon û cehaleteke malkambax rûwê xwe yê tarî carake din derxistibû pêşberi civakê!

Mirovê ku serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê îro biparêz e, ew bi hemdê xwe an ji bêhemdê xwe dikeve nava helwesteke çepgir. Hilbet, em li vir qala fikrekê rewa dikin. Em qala mafêkî dikin. Em qala mafê çarenûsa mıletekî dikin. Em li vir qala realîteyên siyasî, ekonomî, pêwendiyên navdewletî, hêza kulturî û amadekarîya Kurdan jî qet nakın. Civaka Kurdan ji bona vê fikrê çiqasî amade ye? Civaka Kurdan, di vê pirsê de xwe çiqasî bi rêxistin kirine? Divê ev pirs di nava civaka me de bi duristî werin niqaş kirin!

Ev rastî jî baş têzanîn; heke bi çend sloganan welat bibana serbixwe û bibana xwedî dewlet, bila wê çaxê Kurdan jî hejmara sloganên xwe her roj zêdetir kiribana! Ramanên diyalektîkî bi zelalî dibêjin; divê di navbêna hewcedarîyên civakî û daxwazên siyasî de hemahengiyek pêk were. Ev herdû entîte piralî divê hevdû timam bikin. Di van pirsan de Kurd divê rastîyên civaka xwe baş analiz bikin, ya na Kurd wê hergav pêrgî sikeştinên sıyasî bıbın.

Hilbet, realîzekirina vê fikra rewa li gori şert û mercan ku heye, derûnîya ku li welatê me serwer e, têkilîyên Kurdan bi civaka serdest re çiqasî tovbin, ew fikra rewa dikare were pêş û dikare li paş jî bikeve. Lê tucaran ev maf winda nabe. Mafê çarenûsa Kurdan herdem mafekî rewa ye. Yên ku vi mafê rewa ji bona miletê Kurd neparêzê, ew nabe çepgir, jixwe qet nabe Marksîst, ew nabe demokrat, ew nabe xwediyê exlaqekî gerdûnî jî, ûhw. Yên ku di vê pirsê de tewtewetîyê bikin, bi dûv reklama navê xwe de bin, xwe weke dîkên elokan binepixînin, her kesê ku weke wan nabêjin tawanbar bikin û tenê li xwe guhdar bikin. Yên wilo wê hergav di nava Kurdan de hebin. Lê ew ê hergav di nava tarîtiya sîya xwe winda bibin. Kesên ku xwediyê wan helwesta ne jî, ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdan nabin alîkar, nabin pêşeng, nabin mirovên saz kar. Ew ê hertim tevlihevkar bin. Ew ê weke dîkên elokan hertim li dora xwe bizîvirin!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin