
Marco Rubio çû Îsraîlê
.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo hevdîtinên fermî çû Îsraîlê.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) Rubio êvara şemiyê gihiştiye Tel Evîvê û li wir ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ve hatiye pêşwazîkirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku serdana Rubio ya Tel Evîvê rastî dema bangên navbeynkarên navneteweyî yên bi pêşengiya Amerîka, Qeter û Misirê yên ji bo destpêkirina gera duyem a pevguhertina dîlan û agirbestê hatiye.
Rubio 21ê Kanûna Paşîn dest bi karê xwe kir û ev serdana wî ya yekem a Îsraîl û Rojhilata Navîn e.
Ofîsa Çapemeniyê ya Îsraîlê ya 14ê Sibatê ragihandibû ku Marco Rubio dê li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Qudisa Rojava bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.
Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin, tê çaverêkirin ku Netanyahu û Rubio piştî hevdîtinê konferanseke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Li gorî nûçeya medyaya herêmî, Rubio dê bi serokê partiya “Paşerojek Heye” ya mixalefete sereke Yair Lapid re jî hevdîtinekê bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin