Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê

Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê

.

A+A-

 Serokê Partiya Liberal ya Kanadayê Mark Carney, bi merasima li bajarê Ottawayê hat kirin de sond xwar û bû serokwezîrê 24em yê Kanadayê. Carney got ku hukumeta nû xwe daye ser xebatê û ji bo parastina Kanadayê dê bilez tevbigere. Carney, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:

“Em îro hukumeta ku pêdiviyên wextê amade dikin ava dikin. Kanadayî ji me xebatê dixwazin û kabîna me dê vêya bike. Kabînekî wisaye ku bilez tevdigere, wê aboriya me bixe bin garantiyê, wê dahatûya Kanadayê biparêze û kabîneyekî biçûke.”

Serokê berê Justin Trudeau, ji sala 2015an heya niha serokwezîr bû û îro ji karê bi fermî bi 37 wezîrên xwe ve îstîfa kiribû û kabînê fesh kiribû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin