Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser amade ne ku bi dewleta Sûriyê re bibin yek

Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser amade ne ku bi dewleta Sûriyê re bibin yek

.

A+A-

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mazlûm Ebdî, duh, roja Înê (07.03.2025) bi fermandarên hêzên Koalîsyona Navdewletî re civiya.

Ebdî di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku aloziya li Sûriyeyê encax bi diyalogê çareser dibe û got, 

“Me bi Şamê re li hev kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan serî li bijardeyên leşkerî nede.”

Ebdî diyar kir ku ew amade ne ku saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Sûriyeyê re bikin yek û got, 

“Em ê şandeya danûstandinan bi Şamê re ava bikin.”

Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî piştevaniya xwe ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyeyê dupat kir û tekez kir ku divê pirsgirêk bi diyalogê di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bên çareserkirin. 

Wî her wiha got, 

“Em ê li ser wêrankirina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam bin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin