Mazlûm Kobanî:: 3 hezar 286 kes ji Cizîrê, Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ragehand, bêtir ji sê hezar 200 kes ji Cizîrê,Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat di tiwîtekê de ragehandîye, sê hezar û 286 kes ji navçeyên Kobanîyê, 'Efrîn û Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatîne revandin. Bi gotina wî, 544 kes ji wan li ser destê Da'şê û 2368 kes jî, ji alîyê çekdarên dijberîya Sûrîyê ve, herweha 374 ji wan ji alyê hikumeta Sûrîyê ve hatîne revandin . Amaje bi wê yekê jî kirîye ku 8 ji wan kesan li navçeyên di destê HSDyê de hatîne revandin.
'Ebdî gotîye jî, komîteyeke lêkolînê hatîye pêkanînin derbarê wan kesên ku li navçeyên wan hatîne girtin û dê çarenvîsa wan kesên revandî û windabûyî eşkere bikin.
Herweha got: Kesên tawanbar dê bêne siza dan û encamên lêkolînan jî, bo raya giştî werin ragehandin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin