McGurk serdana PDK û YNK kir

McGurk serdana PDK û YNK kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Hevpeymaniya dijî DAIŞê Brett McGurk û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman kir.

A+A-

brett.mesut-barzani.jpg

Li ser malpera Serok Barzanî hat ragihandin ku di civînê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê li Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê pîrozbahiya serkeftina Lîsta Partî Dîmokratî Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de kir û wê serkeftinê bi girîng wesif kir û tekez li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê kir.

Serok Barzanî di twîteke xwe de kêfxweşiya xwe ji bo serdana Brett McGurk û Douglas Sillman anî ziman û ragihand ku di civînê de behsa pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Piştî Serok Barzanî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk civiya û ragihand, YNK bi giring dibîne ku aliyên siyasî yên Kurdistanî li ser madeya gotûbêjê bicivin û kêşeyên xwe çareser bikin û milmilaniyên hizbî danîn aliyekê.

 bret-kosret-resul.jpg

Li gorî daxuyaniya ofîsa rojnamevanî ya Kosre Resûl, îro Yekşembî 7ê Cotmeha 2018 Kosret Resûl Elî pêşwazî li Nûnerê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî de, Brett McGurk û şandeke pê re kir, ku ji Balyozê Amerîka yê li Iraqê Doglus Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Stev Vagen pêkhatibû.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê di demeke zû de kirin û bi giring dan zanîn, ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmeta pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bi welatiyan be û pabendbûna bi destûrê jî bingeha karkirina wê be.

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan bi berfirehî derbarê posta serokomariya Iraqê û hilbijartina serokomarê nû de gotûbêj kirine û hêvî kirine, ku serokomar bikare roleke erênî di çareserkirina kêşe û nakokiyan de bibîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin