Meclîsa Elmanyayê: Divê Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne
Di meclîsa Elmanyayê de li ser rojeva operasyona li dijî Efrînê civînek hate lidarxistin. Partiyên hikûmetê û muxalefetê jî tevlî vê civînê bûn. Di heman demê de qasidê Tirkiyê yê Berlînê Ali Kemal Aydın ji di civînê de bû.
A+A-
Di civînê de hate qebûlkirin ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, li dijî huqûqa navdewletî ye. Parlamenterên ku beşdarî civînê bûn, Tirkiye bi zimanekî tûj rexne kirin û di heman demê de sekna Elmanyayê ya li hember Tirkiyeyê jî xelet û zêde nerm hate dîtin.
Di civînê de pêşî wekîl Armin-Paulus Hampel axivî û wiha got: Di vê operasyonê de sekna Tirkiyê li dijî huqûqa navnetewî ye, ez vê lanet dikim. Em dixwazin ku hikûmeta Elmanyayê jî vê sermezar bike. Di platformên Yekîtiya Ewrûpayê de jî em ê li ser vê mijarê biaxivin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin