Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê dicive: Ereb û Tirkmen beşdar nabin

Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê dicive: Ereb û Tirkmen beşdar nabin

.

A+A-

Merclîsa Parêzgeha Kerkûkê li ser daxwaza Serokê Meclîsê îro dicive û Eniya Tirkmenan û Hevpeymaniya Ereban bi hinceta ku “ne yasayî ye” red kir ku beşdarî civînê bibin.

Endama encumena parêzgeha Kerkûkê ya fraksiyona YNKyê Perwîn Fatîh li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Perwîn Fatîhê got, “Ji hemû endamên meclîsê re dawetname hatine şandin.

Heta niha ti aliyî bi awayê fermî em agahdar nekirine.”

Herwiha Perwîn Fatîhê got, “Civîn ji sê xalan pêk tê. Dengdan li ser avakirina komîteyekê ji bo guhertina rêziknameya encumenê û gotûbêjkirina pirsa karkirina welatiyan bi girêbest, ku dê zêdetirî 7 hezar kesan bin.

Xala sêyem a civînê jî ew e ku dê daxwaz ji Tirkmenan were kirin ku di demeke herî kurt de postên xwe tijî bikin.”

Ji aliyê din ve endama Tirkmen a Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Sewsen Şakirê ji Rûdawê re ragihand, “Me biryara dawî daye û em bi ti awayî beşdarî civînê nabin.”

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd li ser heman mijarê ji Rûdawê re got:

“Derbarê vê mijarê de heta niha me ti biryareke fermî wernegirtiye û ne diyar e ka em dê beşdar bibin an na.”

Ji aliyê xwe ve Partiya Serweriyê ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ki ew beşdarî civîna meclîsa parêzgehê nabin û wiha pê de çû:

“Postê parêzgarê Kerkûkê mafê civaka Ereban e, lewma jî em red dikin ku beşdarî civîna meclîsa parêzgehê bibin.”

Endama Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Serweriyê Selwa Mefraciyî ji Rûdawê got:

“Helwesta me neguheriye û ji tiştên ku me di daxuyaniyê de gotiye em paş de gav navêjin.”

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin