Medyaya Iraqî: Qasim Suleymanî li Bexdayê ye
Tê gotin ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî li Bexdayê ye.
A+A-
Li gorî medyaya Iraqî, fermandeyê hêza Quds ya sipaha pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî du roj berê (15 vê mehê) çûye Bexdayê.
Li gorî agahiyan, Qasim Suleymanî bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, serokê tifaqa Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û serokê rêxistina Bedir, Hadî Amirî re hevdîtin kiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin