Medyaya netewî û reşkirina henas
Rêber Hebûn
Derxistina reşepêşkirina deronî vexwendin e ji gunehê re ,li gel wê ragihandin dixebite di lîstina hartirîn rolên xwe de ji guhertina çêjdarê û mijûlkirina xelkê ji kêşeyên xwe yên rastîn ve û mijûlkirina wê bi tiştên bênirx ve, ne tenê wisa lê korkirina wê bi rêya islama siyasî ve wekî ku niha pê tê lîstin, li gel wê em palderên hêviyê di guhertinê de dibînin ji kesên ku çek dirajin, li çiyan bûn e niştecî taku ji devberjêrên wê yên asê barûyên ji bo rûbirûbûnê saz bikin, bê guman herdû aliyên zorengê di girtinheviyê xwe de pirsgirêkên desthilatî û kêşeyên mîna hev radikin, nêzik hevdû dibin bi qasî kanîbûna wan ku cemawer bi şêweyên pirhijmar ve qezenc bikin.
Em nimûneya generalê Tirk yê bi sertiyê ve kovanbûyî di eynî demê de bi darbestên leşgeran zêde bandorbûyî xwe diyar dike, lêbelê ev bandorbûn tenê li pêş kamêreyê ye ta bigrî û hêsiran bi xemgînî birjîne, tenê xweziyê ew general ku di bilindtir pile de bimîne û serçûna wî bê hewildanekê ji bo rawestandina cenga bê encam tenê zêdekirina neman û kuştinê ,ji ber ku berjewendiyên tofî a desthilatî serê kêşeyê di hebûna milurî û gendeliyê de ye ta wekî xwe bimîne , li ser binema hebûna desthilatî û rî sipîbûnê li ser hesabê hebûna nefretê di nav civakan de, ne tirk bi azadiya kurd qayil dibe û ne jî kurd dikare çavê xwe bigre ji tewan û cefayên ku ji destê tirk ve dibîne, mebesta min di vir de ew ricîma desthilatî ye ligel alîgir û kirêgirtiyên xwe yên mîna alavên vejînkirina nefret û kînan ta demek e dirêj têne bikaranîn,berhinde ji bo dîtina çareyekê ji kêşeya demukratî û azadiyan berdewam tê paşxistin, û ji bo xwestekên cemawer û rêxistinên wan jî li ser tê zîvirîn, soz dimînin ji reweştên wê desthilatê ta berdewam bimîne.
Ew sozên hilbijartinê yên fereh û dema dighên desthilatê li ber bayê diçin, bê ku guhertinên bi çûk jî di kirdeyê dewletê de beranberî gelên xwe bête pêkbînin, lê bermayê sitemkarî û pişaftinê naye guhertin ji ber ku ji dewleta Tirk û Îranî re bûye baweriyek, di nav herdû naverokên roparta xwe de alîyekî nijadî û ragehî radikin, li pêş rewşa xapandina ragihandî em hêvotina gel li hember hevdû tiştekî hêsan dibînin beranberî şiyarkirin û vexwendina wî ji bo rûbirûbûna milhurî û kesên wê.
Em dikarin li sirûşta girtinheviyê di nav du hêzan de meyze bikin: a pêşî hewil dide serwerî û nemanê bike û a din hewil dide bergirî û berxwedaniyê bike û nasnameya xwe yê bindest piştrast bike, û dibe ew rûbirûbûn hêzên heyî neçar bike ku her çaxekî li xwe vegerin ligel wan hêzên ku hewil didin hebûna xwe cîgir bikin û sûdê ji cengên nemanê bibînin, ji bo xwestekên xwe di navçeyê de di demeke dûr de bidestbixin .
Ev ne tenê ji van ricîman re dibe metirsî lêbelê wan dihêle ku cengên qirkirinê berdewam bikin bê ku guhê xwe bidin van gelan û jiyana wanî hevbeş bi hevdû re, berhinde netewên lawaz ji yê bi hêz ve cuda dibin dema bi hêviyê kor ve tên e girêdan û dibe pêşbirka netewên desthilatdar a bi felaket ve ji bo lêgerînê ji hebûna wê ya faşî re bin siha derxistina hêza xwe yê bê rewişt ta li ser dirindî ,ezezî û nijadperestiya xwe bimîne.
Dîroka dagirtî dirama di xwînê de ji serî ta binî ve niqûm dibe, û ev yeka ji kiryarên tîbûnê ji xwîn û çavkariyê re ji bo guhertina neqşeyan û derbiderkirina belengazan, dûrxistkirina wan ji cîgehên wana ve, ev yeka li ser zanyaran sepa dike ku li hember ev rûtkirina har ji wijdan re rawestin ji ber ku wijdan bi çarenivîsê ve girêdayî ye, yekbûna wijdana zanyarî li cem xwedî raberî û bîraweriyan û yên li hember terora dewletî an rêxistinî radiwestin pêdiviyeke girîng e li hember pişaftin, dûrkarî û sertiya a desthilatên dirindî li rojhilata navîn sepa dike, em îro cîhanê dibînin mîna gundekî derdan dikşîne ji kesên yên ji kirdeyê xêrê ve bêkar in li hember tofekî bi zehmetî jidayik dibin ji nav tehtan ve hêdîka mezin dibin, ji ber vê yekê em zoreng berve baştirînê dibînin ew tiştê ku hizrên berketiyan dadigre, bi pêwîstiya alîbirina giraniyê bi aliyê başkirina têgihiştina jiyanê û serkeftina maf,xêr û bedewbûnê.
Ji ber ku ceng rewşa têkçûnê derbirîn dike ,mirovê serkotker li jiyanê di nav sirûş, mirov û jîndaran de belav dike.
Berzkirina wêraniyê û hewildana dûrketinê ji wê piştrastkirineke ji surişta heyînê ê ku jîndar ji bo parastina ewlehiya xwe dihilîne, li hember êrîşên serkotkirin û celewkirinê yên jiyana gelekan dixistibûn e metirsiyê.
Ajotin li ser diljêçûnê û xuyanîkirina wê mîna kirdeyekê di mirov de, ji sirûşiyeke suriştî bi rêk û pêk ve derdikeve ,ew kar dibe çandeke binyadkirî, ew desthilata dûrkar jehrê wê davêje ji bo bi rêya wê cengên navxweyî jiyana gelek kesên hejar têkbibin , li gel wê belavkirina wê di bingeha xwe de nûnertiya aloziya desthilatê dike û dikeve di movik û giyanê saziyên ragihandin û fêrkirinê , û tê çandin di derbarê perwerdê û rewşenbîriyê de û ev yeka civak dihêle li ber ketinê be, ji ber ku teqîn têde misoger e û timî dighe asta xwe yî herî bilind de hetanî ku bi hêdîka ev yeka pêkwere, bi derbasbûna demê ve tirs di xwe de dibe di hundirê takekesê tirsok de mîna nefretekê ye û bi demê re mezin dibe ta bi wêrekî bête derbaskirin.
Derbaskirina berhema tirsê tê piştî tîjandineke mezin, bê guman cemawer bi kirdeyê tirsê ve wekî ku çawa bi roparta diljêçûnê bi herdûkan bandor dibin, û timî desthilata comî xwe digerîne bi qateke cemawerî çekdar bi peran tê kirîn, armanca wê serkotkirina bijardeyên barketî yên derdê zorkarî û koletiyê dikşînin, rêya xwînê ji ajotina desthilatê ji civakê re ye, ev yeka dihêle naverok têkbiçe û sazî jihevkevin, û welat parçe bibin û bibin firtik, û ev yeka dikeve bi dawî ji berjewendiya hêzên berpirs li ser wêraniya dewletan û pêşesazîkirina aloziyan.
Bê guman ku çi ricîma desthilatekê li ser diljêçûneke rehî an ragehî hatiye damezrandin, civak û desthilatê dibe berve wêranî û parçekirinê, li gel wê aloziyên mezin dibişkivin ji ew vaca wêranker ve û hingeme tê duristkirin û vegerandina jiyanê ji rewşek nîv baş ta rewşa destpêkî û dirindîtiya mirovî.
Lîstina bi laş ve û sotina wê bi mebest ve encamekî ji encamên wê diljêçûna rêbazbûyî dibînin yê desthilata Tirkî saz dikir dema xwe kiribû dirindeyekî girs diranê xwe dixe di civakê hemî de, û pir car kesên hajnemayî buhayekî giran didin ji vê diljêçûnê bi giştî ve, ev tundî yê xuristiya aştiyan e di mirovan de jê nefret dike û rewanê desthilata serwer serdest dike, yê sertî jêre hebûneke herdem misoger dike, bin siha gerdûnekî dagirtî girtinhevî, lawaz têde paşde dimîne û neman dibe û serkeftin têde ji kesê serkotker e, ji ber ku fêrî pêgirtina bi tewriya hêz û bizdankirina giştî û hertimî bûy e.
Desthilat li vir xwe vediguhêzîne ji weşankirina hêza xwe ta anîberkirina diljêçûnê û çandina wê di refên civakan de,bi rêya gewrekirina serweriya rehî û kirina wî li jorî nijadên din, dema nijadên ne desthilat netivîbûyî û şikesî dimînin, ji diyarbûnê ditirsin, ji wê dûr dibin ji ber dibînin ku ew sedemeke ji hatina bobelat û felaketan ve.
Ev nerîna kesê bi hêz ve ye li kesê ku jê lawaztir e, ew ne hêjayî jiyanê ye heta ku lawaz û pûç bimîne, ne hêjayî jiyana baştir e, li gel wê gelên lawaz ewê neman dibin û dîrok wan dadiqurtîne li pêş tundî û sertiya gelên dirindî, li vir em gelan ji hevdû cuda dikin: du cure li pêş me hene lawaz û dirindî, a lawaz xweşî û aramî û bedewbûna cîgehê wî hîştibû bibe pariyek e xweş di nav lepê bijardeyê dirindî de yê ku li jiyana xweşî digere û ji beyar û çolên xwe yê xizan bazdabû, ji ber ku têde jiyan nabe û pêdiviyên bîngehîn têde nayên dîtin, taybetmendiyên xwe yên dirindî jê naçin eger çiqasî li erdeke zengîn bijî lê serweriya xwe berfirehtir dike, lêbelê dirindîtî jê re dibe taybetiyeke bîngehîn ji xusletên wê re.
Ew bikartîne ji bo desthilata xwe pê biparêze û lingê xwe bi derbasbûna serdeman bicî bike, ji ber ku tundî û diljêçûnê ji xwe re mîna destikekê dibîne li hember gelên yê ew erdê wan dagirkirî ye, pêre dighe astekê ku pişaftina xwe ji civakan re qayimtir bike ji ziman , reweşt û kiryarên wê bi rêya kirîna xelkê bi pereyan an belavkirina tirsê û sertiyê, bê guman sîstema desthilata Tirkî, Îranî û Basiya Erebî taybetiyên xwe yên dirindî parastibûn bi cîgirkirina diljêçûnê û anîberkirina wê ta demek e ne diyar, û dima diljêçûn ji van desthilatan re mîna reweştekê û êzingeke baş ji heyîna wê re sûd girtin ji van sînoran û dûrbûnê civakî yên bi xwe nakokiyan kûrtir kirin li gel vekirina rêyan berve aloziyan û cengên hundirîn û ev yeka cemaweran jihevxistibûn, ev bûn jî nîşanên jihevketin û parçekirinê, roparta diljêçûnê dewletê dibe hilweşînê,bin siha serweriya hêz û tunebûna dadmendiyê.
Ev yeka bijardeyên bindest dehf dide ku mafên xwe bixwazin, serî hildin û ev yeka jiyanê dike di talîzokeke tevderbasbûyî de, ji ber bijardeya ronakbîr wê nikaribe çi çare pêşkêş bike ji ber ku rastî gefxwarin û qirkirinê an surgûnkirinê tê, ev yeka desthilatên faşî dehf dide bi dîtina qateke rewşenbîrî bi wê ve girêdayî, dikare roparta wê bi rengekî nerm weşan bike, ji bo kedîkirina cemawer bi rêya pere û karbidestkirinê ,an bi rêya tundî û serkotkirinê, ev yeka çênabe dûrî hevkariyeke bi giştî ve di navbera dewletên herêmî de bi rêya devgirtina civakên xwe ve û zêdekirina nezanîkirinê û dorpêçkirina wê bi gelek şêweyan ve, çendîn lihevhatinên navdewletî hewildabûn ku jiyana serkotkirinê di civakê de tebitî bihêlin, dema ew hevkarî di nav xwe de bête kirin ji bona parastina berjewendiyên aborî û stiratîcî, û çi vebûn durist nabe bin siha wê destêkelkirin û têgihiştinê û hewildana ku mirov bindest bimîne, wisa em Tirkiyê dibînin serkotkirina gelan pêktîne li pêş çavên dewletên yên ku li gel wê têkiliyên aborî û leşgerî hene, wekî ku çawa Erebistana Siûdî û Îranê dike, dîtina tevgereke cemawerî serkeftî û berhemdar zehmet dibe, eger berjewendiyên van dewletan ji hevdû dûr nekevin, dema nakokî di nav dewletên herêmî de derdikevin dîtina deriyên serkêşiyê hêsantir dibe, û gel di wê demê de dikare sûdê ji van nankokiyên navdewletî bibîne.
Ceng ji encamê vê fişara komeserhevbûyî ye, ew xuyabûneke ji çend kînên mirovî yên bi dijwariyê serkotkirin û devgirtinê ve mezin dibin, ew peymana reşepêşkirî di navbera fermandar û fermanber de û genîbûna pêkhatina civakî û gendeliya wê bi naveroka xwe ve li qonaxên zorbaziya mirovî û demên çavkariya desthilatê û hovîtiya wê vedigere , venêrtineke hûrbînî ye ji derdê mirovê Kurdistanî li ser erdnîgariya welatê wî ya berebûyî, tevî setemkêşiyên civakî yên çendane û ew zinatkariya bi rêk û pêk ve, em hêviyê dibînin di henasên şerkeran yên bi erkên xwe radibin ji diyarkirina bergirî û rûbirûbûnê li rex wê dirindîtiya pêkhatî ve.
Miqatebûna ricîman li ser nezaniyê û rebenîkirina cemaweran ew ji bo amadekirina wan ta bimînin nakok, ev tişt hîşt cemawer bi desthilatê re tundiyê bikin û di xalên hevbeş de nêzî hevdû bin, ta bi hevdû re dijêçûnê bê encam pêkbînin û ev yeka dikeve di berjewendiya desthilata serkotker de û destketiyên wêna yê bijardî, herwiha hîştina cemawer ji bo bibin êzing ji paradana jimaran dihêle rêjeya xelkê dakeve berve jêr li ser jimara çûna hatinên sirûştî û gencêneyan bi destên tofên yên aborî û diravê serdest kirin e, em dikarin bibêjin ku mirovahî rastî zorengeke kûr tê êzinga xwe ew komên ewle ne, neçar dimîne ku bergiriyê li ser xwe bike bi alavên asan, wê nikaribe wê hest bike bi metirsiyê ve, ji ber ku zorenga ji bo malgirtina hatinên avî û petrolî ew gêrînga kirdeyî ye ji kêşeya tundirewiya netewî, ragehî û olî re.
Girêdana diljêçûna nijadî ji milletên lawaz re qayîm û hevgirtî ye ji ber dîrok kesê bindest xistî ye di vê rewşê de û koşyarên cengê berdikevin ku gîhiştina li gencêneyan ji dergeha gurvedana girtinheviyên tund ve derbas dibe bi herdû baskên wê yên netewî û ragehî ve li hemî rojhilata navîn û bi vî awayî cemawer bê agahî an bi bîrawerî ve buhayên vê cenga dijwar didin, berhinde cemawer li hember hevdû vala şer dikin, ji bo para westandina xwe wergrin .
Ew hêzên yên hewil didin serweriyê bikin û nerîna giştî birêve bibin ,lê pênûsa afrênerî hewil dide mirov vegerîne hizra ronakbîr dûrî holên koçberî û nemanê û li ser rehniya vê yekê azadperweran bi têgehên sirûştî şa dibin wana vedigerîne zelaliyê û evîna erd , ziman û taybetmendiyên jîndarî yên navika civaka sirûştî dayîkî saz kirin, ev yeka jî dibû bersivekî işk li ser civaka bavanî, li vir em zoreng dibînin ku şaxdayî dibe û aliyên girîng ji têgihiştina me yê kevinşopî ji zorengê re derbas kiribû, ji deriyê ku ew zoreng Kurdî Tirkî ye , an Kurdî Erebî ye an Kurdî Farisî ye , lê zoreng tê têgihiştin wek ku zorengekî dîrokî be di navbera du hêzan de, yek jê dixwaze bi rêya milhuriyê û setimandina demukratiya jîndarî bimîne û a din hêzeke bi pêkanînên xwe yên sînordar ve bergiriyê li ser xwe dike, û timî derdê pepûkiya bextê xwe û zehmetiya têkoşînê dikşîne, lê berdewam hebûna xwe berz dike li ser sabara xwe yê dîrokî Kurdistan, li cîhaneke bi tora xapandin,lîstok û pîlexwariyê ve dorpêçkirî.
Xewin diyar dibe mîna alavekî tebitî di bîr û henasên cemaweran de yên bi hevgarî giranbûyî ne bi encamê lîstoka dewletên yên Kurdistanê ligel xwe parve kirin, ew hîştibûn xewina Kurdistanî bi sanc û ezmûnên zehmet ve derbas bibin, li ser sehneya bûyeran ,dewletan erdnîgariyeke bi pepûkiyê û paşveçûna partîtiyê ve bindest parve dikin, li gel genîbûna xebata rêxistinên Kurdî yên di nav xwe de millet kirin mîna komên lawaz, û li ser xwe dabeş kirin, revebirên van rêxistinan xwe kirin mîna melle û alîgirên wê bûn jêre hînckar ango Mirîd.
Berhinde pêvajoya jêbirina pîrozbûnê û jinavbirina wê zehmet bûye ,metirsiyên mezin tîne rojevê bin siha meraqa desthilatan bi cîgirkirina wê ve ta ciyawazîtiyên xwe biparêzin , ji ber ku hebûna pîrozî û binyadkirina wê di çanda civakê de soz dide bi cengên nû ve û komên leşgerî êzingên wê kesên ne gihayî, yên bi xwediyên rêxistinên bapîrî ve dorpêçkirî ne ewên girêdayî bi desthilatên milhûr ve, li gel wê em Siûdî, Qeter û Tirkî dibînin mîna nimûneyên herêmî ne piştgir in ji van rêxistinan yên jêre hebûneke dem dirêj pêktînin û kanîbûneke mezintir ji pûçkirina tevgera civakan û kirtankirina wan di warê hişmendî de, ji bo mirandina hestê demukrasiyê li cem wan, ji berjewendiya berzbûna faşîzmê û tundirewiya olî, lê rola ronakbîriyê û hişiyarkirinê dima şermok di hemî derbaran de û nikare nifşan dûrî xefkên desthilatên bavanî bike yên di bernameyên karê xwe de bêrêzî li azadî, demukratî û rabûna mafên mirovan bi diyarbûnên wê yên mezin û giştî dikin.
Girsbûna aloziya nasname û hatinrêzê û berzbûna pirsgirêkên çendane ew ji encamên van siyasetên desthilatî yên civakan parç kiribûn û hîştibûn winda û jihevketî bimînin, bi vî rengî deverên sertiyê zêde dibûn di astekê de naye heytebûkirin, û ev yeka jiyanê têkçûyî û jihevketî hîşt, û bi aliyê hingeme û hilweşandinê ve bir .
Ev rewş li banî biser avê diket hertimî û bi civakên barketî ve dilîze bi derbasbûna qonaxên felekê ve , wisa em dibînin parçekirin hestên nefret, bêzarî û diljêçûnê berz dike yên di nav takekesan de gurtir dibe û wan dihêlin ku bingehên genî û dijhev saz bikin bi awayekî bi lez ve, û nikarin li hember desthilata faşîzim bibin xwedî hêzekê, berhinde ew hevciviya bi tenê û geverî yê taybetiyên diyar jê kêm dibe ku ji sîstema desthilatî ve bi rêya wê cuda dibe, û rolên cemaweran parçebûyî dimînin bin siha wê pêşbirka hişk ji berhemkirina milhûriyên çendane, barê derketinên wê herdû aliyên girtinheviyê parve dikin.
Hel û mercên cengên bi çûk yên çekdarên li çiyê pala xwe didinê pir zor û zehmet in, lêbelê ew ceng berdewam e, û dikare bêşkiran di terxên ezmûnê de pêkbîne yê ew dikin palpişt di belavkirina tirs û bizdanê de, berhinde tunebûna hevtayiyê di navbera herdû aliyê zorengê pêdivî dike ew şêwe ji rûbirûbûnê ve, bi heman demê ve girtinhevî êşeke mirov nikare sînor jêre deyne , di rewşên ku desthilat cemaweran desteser dike bi rêya tirs û gefxwarina bi kuştinê ve, lê ew ceng dibe tek rêyekê ji vekirina deriyên zengarî yên girtî ji bo aştiya dûr, tevî sirûştiya rewşa Kurdistanî û parçebûna wê li bakûrê Kurdistanê lê rêya herî tebitî di wê beraberê tevgirêk de li wir ew berdewamkirina bergirî û berxwedaniyê ye, û nedana bihinberdanekî ji desthilata faşîzm re ta dadmendiya pirsgirêkê têknede, bê guman ku ji vê çareyê re wê encam û guhertin li ser qonaxên tevgerê rûbidin li gorî guhertinên navçeyê bi giştî .
Rabûnên diljêçûn û nefretê di hundirê civakên tîjandî de peyda dibin têde pîvanên jiyana beşdarbûyî hene , herwiha dijêçûn jiyaneke li ser bêdadî û gendeliyê qayim kiribû, hewayên demukratiya naverokî têde kême,ev yeka hîştibû jiyaneke metirsîdar dagirtî berçavkirin û rewşên awerte saz bibe,ji bilî yên ku pariyê xwe ji gendelî û genîbûnê dixun, ji ber ew rêberên movikên van saziyan in û belavkerê sertiya civakî ne bi rêya pêgirtina wan bi bermaya ramana gelemperatî ve û çavkaniyên wê yên yekem, ji ber ku fermandariya nijadî civakan hîştibû di metirsiyekê de bin, zoreng ji bo dehfandina zorkariyên yên rengên xwe çendane bûn , û tê duristkirin bi armanca qirkirina siyasî û rewşenbîrî ji gellekî sax re û naxwaze bê jinavbirin, timî di rûbirûbûna pişaftinê de ye bi derbasbûna rikberiyan û cureyên fişaran, û dibe ku nimûneya cenga partîzaniyê derbirîneke ji rastiya xwestina azadî û serxwebûnê be tevî pêkanînên hindik û belavbûna hêzan li ser dirêjî welatê parçekirî.