Medyaya Tirk: ASA kete navenda Efrînê
Medyaya Tirk îdia kir ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji aliyê rojhilatê başûr yê Efrînê ve ketine navenda Efrînê.
A+A-
Ajansa DHAyê ya tirk îdia kir ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên piştgiriya dewleta tirk digirin, ji aliyê rojhilatê başûr yê Efrînê ve ketine navenda Efrînê û li navenda Efrînê gelek caran dengê teqîn û guleyan tê.
Di nûçeyê de hat gotin ku ew çekdarên ASAyê vê sibehê ketine Efrînê û di wê demê de balafirên artêşa tirk jî li ser Efrînê difiriyan.
Rojnamevan Hikmet Durgun jî ragihand li navenda Efrînê di navbera hêzên TSK/ ASA û YPG/YPJê de şerekî gelekî dijwar diqewime.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin