MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin

MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin

.

A+A-

Xwendekarê Zanîngeha Hunerê ya Tehranê û muzîkjen Sirûş Nûrbexş ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hat girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Sirûş Nûrbexşê 25 salî yê ji bajarê Mehabadê piştî ku hêzên ewlehiyê gazî wî kiriye hatiye girtin.

Sirûş Nûrbexş li Zanîngeha Hunerê ya Tehranê xwendekarê beşa jenyariya klasîkî ya cîhanî (gîtara kilasîk) ye.

Malbata Sirûş Nûrbexş her çend pirsa çarenivîsa wî kiribe jî hewlên wan bê encam mane û malbatê tiştek ji çarenivîsa wî nezaniye.

Her wiha ti zanyariyên rast ên li ser sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatine sepandin jî nehatine bidestxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin