Mehmet Kaya: Cevdet Yilmaz got ew girîngiyê didin pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re

Mehmet Kaya: Cevdet Yilmaz got ew girîngiyê didin pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re

.

A+A-

 Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku beriya ragihandina kabîneyê hikûmeta Tirkiyê, li Amedê bi Alîkarê Serokomarê Tirkiyê yê nû Cevdet Yilmaz re hevdîtin pêk anîne û ji wî re behsa pirsgirêkên pêşxistina têkiliyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re kirine. Kaya dibêje: “Cevdet Yilmaz got ew girîngiyeke gelek mezin didin pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re.”

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya beşdarî bultena Rûdawê TVê bû û kabineya nû ya hikûmeta Tirkiyê nirxand.

Mehmet Kaya diyar kir ku damezrandina Mehmet Şimşek weke Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye û damezrandin Cevdet Yilmaz weke Alîkarê Serokomarê Tirkiyê dê ji bo herêmê bibe wesîleya geşedanên erênî û got: “Hêviyên me yên mezin hene, ji ber ku hem Mehmet Şîmşek û hem jî Cevdet Yilmaz gelê herêmê ne û pirsgirêkên herêmê baş dizanin. Em dê hem bi hêsanî xwe bigihînin û hem jî pirsgirêkan bi hêsanî îfade bikin. Herwiha dê ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê jî tevkariyên girîng bikin.”

Kaya da zanîn ku Cevdet Yilmaz girîngiyê bi pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dide û got: “Bi rastî jî me hefteya borî li Amedê bi birêz Cevdet Yilmaz re bi serokên borsa û herêmên pîşesazî yên organîze re hevdîtinek pêk anî. Berî ku Encûmena Wezîran were ragihandin, me bi zelalî ji birêz Cevdet Yılmaz re behsa van pirsgirêkan kir. Lê ya rast haya wî bi xwe jî bi vê yekê heye û wan bi awayekî eşkere ragihandine ku giringiyeke mezin didin pêşxistina aboriya herêmê û pêşxistina peywendiyan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê herwiha eşkere kir ku wan ji Yilmaz re gotiye pêwîstî bi zêdekirina geştên asmanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hene û herwiha divê deriyê sînorî yê Xabûrê jî bi başî were bikaranîn û pirsgirêkên li wî derî bêne çareserkirin.

Kaya got jî: “Pirsgirêka herî girîng a niha li pêşiya me ya divê em çareser bikin ew e ku astengiyên li ber zêdekirina bazirganiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û divê em wan yek bi yek ji pêşiya xwe rakin. Piştî sondxwarinê û piştî hevdîtinên wî yên ji bo pîrozbahiyan bi dawî bûn, em dê careke din serdana wî bikin û van pirsgirêkan careke din bi wî re parve bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwaza alîkariyê bikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin