Mela Bextiyar: Biryara Dadgeha Federal nayê qebûlkirin
.
Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di derabrê biryara Dadgeha Federal de axivî û diyar kir: “Min biryara Dadgeha Federal qebûl nekiriye û niha jî qebûl nakim, çimkî ew biryar berevajî destûra Iraqê ye.”
Mela Bextiyar da zanîn: “Mafê sirûştî yê petrol û gaza nehatiye derxistin, mafê Herêma Kurdistanê ye û di destûrê de ti amajeyek ji bo wan nehatiye kirin, ku nabe dest bidin ser petrola nehatiye derxistin.”
Herwiha Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNKê destnîşan kir: “Dema biryarê û armanca wê siyasî ye û divê Herêma Kurdistanê ligel Dadgeha Federal û Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê civîneke têr û tije bike û pisporên yasayan di rûniştinê de roleke aktîv bilîzin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin