Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Mem û Zîn (III)

A+A-

Siddik BOZARSLAN

BEŞ : 3

Mem û Zîn

III  

PESNÊ QELEMA ÇÊKIRÎYAN Û SERDEFTERÊ HEYÎYAN Û AQILÊ FIKIRANDÎYAN Û PÊŞEDESTÊ AFIRANDÎYAN BERRÊZÊ BERRÊZAN HEZRETÊ MUHAMMED MUSTAFA SELEWATÊN ÇÊTIRÎN LÊ BIN   

Li gora delîlan û salixan, herçî tiştên heyî

nayê îspatkirin ji wan ra pêwistî û nepêwistî

Wacib (karê pêwist) yek e, ew jî Zatê Xwedayê gewre ye   

Mimkun (ji bil Xwedê her tişt/kes) pirr e, ji bil Xwedê her tiştê ku heye 

Wî wacibê ku tiştên mimkun kirine perde jibo xwe

ew tiştên mimkun kirine delîlên hebûnê jibo xwe 

Yanî wî xwest bi delîlan bê zanîn hebûn û bilindîya wî

û ji veşargehê derkeve meydanê û bixuye rindîya wî  

Û eşkera bibe xezîneya cewherê veşirî (hedîs;´min bi afirandîyên min nas bikin´) 

û nexşkar bê zanîn ji tiştên nexşkirî 

Lê pîşeyê wî xwedîhîkmetê zana

û nexşê wî hêzdarê tuwana (xwedîhêz) 

nedibû ku jê ra hebe tenê ayînek

Divîya ku jê ra hebe hem jî nivîsînek   

Herçî tiştê ku hebû, nenivîsî bû û bêreqem bû

Loma, tiştê ku wî berê berê afirand, qelem bû 

Ev qelem û gîyan û aqilê pêşîn (aqilê ku bi mirov ra tê afirandin)

her sê ne ku  tên qebûlkirin wek tiştên pêşîn 

Lê belê tu wan cuda meke ji hev 

Bi vî awayî wan lêkbîne, bigîhîne hev 

Bêje ´tiştekî yek in bi carek 

Lê tê têwkirin (qebûlkirin/hesibandin) ku ne yek in, ji wan ra heye jimarek´  

*

Berê, ji rindîya ebedî ronayîyek biriqî û hat  der 

Ew ronayî, bû maneya Muhammed Pêxember 

Ew ronayî bi fermana Xwedayê ku dizane tiştên nedîtî 

 bû kan û jêdera feyza alema nedîtî  

Ji maneya Pêxember hemî gîyan (gîyanê jîndaran)

çêbûn, wek ku şekir çêdibe ji gîyan 

Ew bû koka pêşîn, ji wê zêde bûn hemî jîndar

çi jîndarên bextyar, çi jî yên bêyom û gunehkar 

Hemîyan ji wê maneyê şax avêtine û geş bûne

Hemîyan ji wê maneyê zewq girtine, kêfxweş bûne

Hêj ne erd hebû, ne jî ev asîman li ser

ew ji hemî pêxemberan ra bûbû serdar û serwer 

Jibo wî hatibûn afirandin hemî felek 

Jibo wî çêbûn secdeyê hemî melek 

Ew rehmeta aleman bû, ji wî feyzdar dibûn hemî alem 

hêj di nava avê û herîyê da bû bapîrê me Adem  

Ew ji hemî parçe û yekeran ra bûbû pêxember

Adem bi xwe hêj ji avê û herîyê nehatibû der  

*

Ew pencereya ku jibo dîtina rindîya Xwedê kir alîkarî

Ew Roja ku ronî kir feleka dilên tarî  

Gava ket awayê dinyayîyan û hat cîhan

hingê bû Pêxemberê axirê zeman   

Wî berzexê (bejê zirav yê navbera du deryayan) navbera Xwedê û tiştên mimkun

Wî mîrê ku wezîr bû bi çavdîtin  

Betal kirin hemî dîn û pirtûk û mezheb

nîşan da ji her tiştî ra delîl û sebeb  

Bala xwe dayê ku dinê sera-ser kufr e

hema ji pêxemberîya xwe, kişand wî sifre  

Û mirovên ku hebûn li rûyê erdan

xundin wê sifreyê, wek merdan   

Xaqan (Hukumdarê Tirkistanê) bi xwe Hindûyek bû, ketibû kozikê

Fexfûr (hukumdarê Çînê) jî xûz bûbû, ji ber vexwarina meya kasikê 

Qeyser (Împaratorê Bîzansê) kêm mabû bi kêmayîya xwe

tavil gerîya bîna (kesê ku dibîne), û dît bi bînayîya xwe  

Şahê Erebî, dema ku ala rakir

Kesrayê (şahê ecem) Ecem ecêb duta kir (du qat kir) 

Çi Hebeş, çi Freng (Ewrupî), çi Tatar û çi Rom

kesên ku dînê wî qebûl nekirin û li dora wî nebûn kom

Ji neçarî bi şûr hatin tunekirin gelek ji wan

heta ku di dîn da beşdar bûn hinek ji wan  

Wî, bi agir şûştin pûtxaneyên pûtperestan 

û vemirandin hemî îbadetxaneyên agirperestan  

Gava dînê xwe eşkera kir û ragîhand wî                   

çi pêgirtîyên Dawud, çi Cuhud û çi Îsewî    

Wan Tewrat ji bîr kir bi piranî                                                                     

Încîl û Zebûr jî wan hew jiber zanî 

Îsa, dema dixwend Încîla Xwedê 

Qala wî dikir bi wehy û fermana Xwedê

Digot ”ez mizgîn didim ku pêxemberekî mezin 

navê wî Ehmed e, dê bê li pey min” 

Wî, doza xwe hem bi şûr dimeşand, hem jî bi ziman

Di destê wî da şûr hebû, di devê wî da jî Qur´an 

Xweş hatibû afirandin; hem mîr bû ew, hem jî pêxember

Hem xwedîpirtûk, hem jî xwedîşûr bû; bîrewer bû bîrewer

Digel ku nexwendî bû, bû mamostayê giştî 

Digel ku bêmal û bêserwer bû, bû qencîkarê her tiştî  

Bê hesp û debdebe, wî cîhan girt

Bê dawil û ala, dengana wî cîhan dagirt 

Herçî te didît, her ew bû û te dibir pêşberê wî 

Ji ´eskerên nedîtî´ pêkhatibû leşkerê wî    

Bêkon û bêbargeh bû ew, hem jî bêeywan

Hewran sî dida ser wî, li ser wî vedigirtin sîwan 

Bi qasê ku haydar bû ji tiştên li pêş xwe

ew qas jî didîtin tiştên li pey xwe 

Sî danediket ji wî li erdan

Vêkra dibihîstin sed xeberdan

Dipeyivîyan digel wî, tiştên bêgîyan

Pêwendî datînan digel wî, daran û gîyan

Tewirek ji lawiran jî nema ku nehat ser rîya wî 

Wan jî hemî bawer kir bi pêxemberîya wî 

Tenê ji zarûkên Adem hinek 

ji agirê dojê (canem, cehennem) ra bûn xurek

*

Bi kurtî, di erd û asîmanan da 

Bi kurtî, di nava hemî cin û însanan da

tune hevtayê şerefa wî çu tiştek

Nabe ji wî zêdetir ji me ra çu piştek   

Wî, ew bêçareyên ummeta xwe

veqetandin û bijare kirin bi hîmmeta xwe  

Xweparastina wî ya ji gunehan, dîn zexm û têkuz kir

Şerîeta wî jî rê li ber me rast û dûz kir 

Dişibin pêxemberan hemî kesên zanyar 

Hemî pêkve welî ne herçî kesên îbadetkar 

Ferdek ji sehabeyên wî yên gewre li alîyek 

Pênc sed jî ji mêrxasên kafiran  li alîyek  

Ew hemî mêrxasên kafiran sera-ser 

bi heybeta xwe digel wî sehabeyî nabin bera-ber

Kesên ku gumaneka wan hebe ji dîn 

û li ser dîn  munaqeşe bikin wek kesên dîn  

Qur´an û hedîs çi xweş mu´cîze ne 

û çi delîlên xweş in, ayet û hedîsên ku hene 

Ebûbekir û Umer çi xweş heval in!

Usman û Elî jî hevalên bijare yên li bal in!  

*

Ey padîşahê ku bilind e rutbeya te

Roja felekê bi qedrê xwe dibe wek kursî û sîya te

Pesindana te bêmikun e jibo  min

Lewra pesindarê te ye Xwedayê mezin

Ey Şahê şahan, ez´ê çi bibêjim li ser karê te

piştê ku peyva Xwedê bûye pesindarê te! 

Şahê min, navekî xweş e ji te ra ”Yasîn” (navekî pêxember û sûreyekî Qur´anê)

Taha (navekî pêxember û sûreyekî Qur´anê), tilîsm e ji te ra peyvika ”Tasîn” 

Ey evandîyê bijare, her ev bes e ji te ra 

ku Xwedê bi jîyana te sond xwar ji te ra   

Sed car bi jîyana te, ey qencîkar

Welew gunehên me bibin du sed bar 

Gerçi sed mertebe jî em xirab in 

lê belê em ji te bêhêvî nabin  

Heta ku bigîje Xanîyê jar 

ewê nepak û qirêjî yê musteheqê agir ê gunehkar

ew jî bi xirabî û seyîtî

doz dike bi ummetîtî  

Wî karxirabî, wek seyan   

Xwedê bike peyrewê sehabeyan”   

(Mem û Zîn, r. 145- 159, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan) 

Önceki ve Sonraki Yazılar