Mêr dixwazin li bazara 'Jiyan'ê dezgeha xwe vekin, jin nobedê digirin
Di yekem û tekane bazara fermî ya jinan, Jiyan a ku bi salan e hatiya danîn de, jinên ku li dijî zilamên ku dixwazin lê deszgehênxwe vekin, jin nobedê digirin.
A+A-
Bazara Jiyanê ya ku bi salan e li Rezan a navçeya Amedê tenê jin bazarvaniyê li wirê dikin, doh mêran xwest ku dezgehên xwe vekin û rastî bertekên jinan hatin.
Mêran bi hinceta ku 'qada ji bo wan hatiye veqetandin têrî wan nake' xwestin li taxa ku Bazara Jiyanê lê ye, tezgehên xwe vekin.
Jinên bazarê jî serê sibê, li kolana Yenîhalê hatin cem hev û dest bi girtina nobedê kirin û gotin em nahêlin mêr li vê derê dezgehên xwe deynin û ev qada me ye em nahêlin hûn li virê bin.
Piştî vê gengeşê, polês hatin cihê bûyerê û bazarvanên mêr cihê bûyerê terikand.
Niştecihên taxê jî piştgirî dan jinan.
Ji şaredariya Rezanê ti daxuyanî nehat dayîn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin