
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
.
Weşanên Avesta û Leylan Pirtûk Kafeyê ji bo 50 saliya nivîskariya Berken Bereh li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê kokteylek li dar xist.
50 sal di der nivîskariya helbestvanê Kurd Berken Bereh re derbas bûn.
Kokteyl bi armanca pîrozbahî û rêzgirtina 50 saliya nivîskariya Berken Bereh li Leylan Pirtûk Kafeyê hat lidarxistin.
Nivîskar, wergêr, akademîsyen û rewşenbîrên Kurd tevlî kokteylê bûn.
Di kokteylê de plaketeke bi Berken Bereh hat dayîn û behsa helbest û nivîskariya Berken Bereh hat kirin.
Her wiha Berken Bereh jî helbesteke ku ji bo nivîskar û helbestvan Îrfan Amîda nivîsandibû di merasîma rêzgirtinê de xwend.
Berken Bereh kî ye?
Sala 1954an li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye.
Cara yekem helbestên wî di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin û wekî "Helbestvanê Nifşê Tîrêjê" tê qebûlkirin.
Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hwd.).
Sala 1999an bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derketin.
Edîtoriya helbestên kovara Nûbiharê dike.
Hin helbestên wî li Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî hatin wergerandin.
Li Bakur û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek konferans û panelên edebî bûye.
Bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan ên Bakurên Kurdistanê heye.
Helbestvan li Êliha Bakurê Kurdistanê dijî û hîn jî bi awayekî çalak helbestan dinivîse.
Berhemên Berken Bereh ên çapbûne wiha ne:
Êş (Weşanên Sî, 2001)
Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)
Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)
Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)
Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)
Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)
Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)
Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)
Çemê Baranê (Avesta, 2019)
Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin