Merkel: Li ser dadmendî û azadiya çapemeniyê fikrên me ne yek in
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Îro Erdoğanê ku bi vexwendina Serokomarê Elmanyayê Frank Walter Stainmeier çûbû serdana Elmanyayê, û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel civîna çapemeniyê li dar xist.
Merkelê li ser êrîşên li dijî mizgeftan û nefreta biyaniyan li welatê xwe got: Min got em hemû berjewendiyên mirovan diparêzin û hewl didin li vê derê bi awayekî aştiyane beyî ku rastî cihêkariyê bibin, bijîn.
Merkelê, bi eşkere got li ser mijarên wekî azadiya çapemeniyê, dadmendiyê fikrên me cuda ne û wisa berdewam kir: Di van salên dawîn, dijberiyên me yên esasî heye. Weke azadiya çapemeniyê, dadmendî..Hê jî hin girtî hene ku welatiyên Elmanyayê ne. Sibê jî hevdîtina me heye û em ê li ser vê mijarê bisekinin. Em weke Elmanya Tirkiyeyeke biîsîqrar dixwazin.
Li ser pirsa Îdlibê jî Merkel got: Li wirê rewşeke hesas heye. Em weke serokên Tirkiye, Elmanya, Rûsya û Fransayê difikirin ku di nîvê meha Cotmehê civîneke çaralî li dar bixin.
Li ser pirsa di derbarê FETO û PKK de Merkel got: PKK li Elmanyayê hatiye qedexekirin. Lê ji bo FETO digel ku em angaştên Tirkiyê cidî dibînin jî pêdiviya me bi daneyên objektîf hene. Erdoğan jî got bi hezaran endamên PKKê li Elmanyayê hene, bi sedan jî FETOyî. Di navbera me de peymannameya vegerandina sûcdaran heye.
Di civînê de, kesekî di nav rojnamevanan de, ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ve ji eywanê hate derxistin.
Li ser pirsa Can Dündarî ku xwe akredite kiribû û beriya civînê gotibû ez ê pirsan li Erdoğanî bikim û li civînê nîn bû Merkelê got: Biryara beşdarnebûna civînê wî bixwe girtiye. Mafê akredîstasyonê jê re hatiye dayîn lê wî biryar daye ku beşdarî civînê nebe. Li ser Can Dundarî fikra min û Serokomar Erdoğan ne yek e. Erdoğan jî li ser Dundarî got: Ew ajan e, sirên dewletê eşkere kiriye û li Tirkiyê ew bo 5 sal û 10 mehan hatiye mehkûmkirin. Aniha li got dadgeriya Tirkiyê ew mehkûm e. Me digel Elmanyayê peymannameya vegerandina sûcdaran îmze kiriye û em daxwaza vegerandina wî dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin