Mesrûr Barzanî: Divê rêz li statuya Herêma Kurdistanê bihê girtin

Mesrûr Barzanî: Divê rêz li statuya Herêma Kurdistanê bihê girtin

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ragihand, “Herêma Kurdistanê statuyeke destûrî ye û pêwîst e rêz li vê statuya destûrî bihê girtin”. Mesrûr Barzanî herwiha got, Bexda dê mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdaneke fermî li Urdinê ye, îro li Emman a paytexta wî welatî beşdarî civîneke çapemenîyê bû û bersiva prisên medyayê da.

Mesrûr Barzanî di vê civînê de amaje bi pêwendîyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got: “Ya ji me re giring e eve ku Kurdistanê statuyeke wê ya destûrî heye, ku beşek ji hikûmeta Federal e, ev statuya destûrî ya Herêma Krudistanê jî pêwîst e rêz lê bihê girtin.”

Mesrûr Barzanî dîyar kir: “Ji bo pekanîna hikûmetê jî yek ji mijarên ku me bi berdewamî tekezî li ser kirîye, ev e ku hikûmeta nû ya Iraqê pêwîst e rêz li vê statuya sîyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bigire. Ev yek jî ji bo pêşxistina peywendîyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a vê civîna rojnamevanî de behsa mûçeyên fermanberên Kurdistanê û gîrûkirina şandina mûçeyan ji alîyê Bexdayê ve kir û dîyar kir: “Em li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê axivîne û wî soz daye ku ev kêşe bi dawî bibe û mûçe dê ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez agahdarim û pêştir jî em ligel birêz Fuad Hisên, Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê axivîne. Wiha xuya dike ku rêvebereke giştî nexwestîye îmzeyê li ser biryarê bike, tevî ku cenabê wezîr ferman jî daye wî û îmze jî kirîye ku mûçe ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin, lê belê xuya ye têgihîştineke wiha li cem wî rêveberê giştî nebûye û wisa zanîye ku dikare şandina mûçeyan bo Herêma Kurdistanê bide rawestandin. Lewma em li gel wezîr axivîn û wî soz daye ku ev kêşe bi dawî tê û mûçe ji Herêma Kurdistanê re tên şandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro piştî nîvro gihîşte Emman a paytexta Urdinê û ji alîyê Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de hejmarek wezîr û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê di şanda li gel Mesrûr Barzanî de cih girtine.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin