Mesrûr Barzanî: Em ti carî dest ji mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bernadin
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan zêdetir xemxurê jiyan û debara xelkê Kurdistanê ye û hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku heqên darayî yên Herêmê, mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye û ew ti car dest jê bernadin û di gotûbêj û danûstandinên ligel hikûmeta federal a Iraqê de ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêmê, berdewam in.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Em di van rojan de jî bi awayekî berdewam ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Encûmena Wezîran li ser xetê bûn, ku soz dane mijara şandina mûçeyan di çend rojên dahatû de çareser bikin. Lê belê eger ji ber her sedemek, di dema xwe de para mûçeyên Herêmê ji Bexdayê neyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê neçar bibe ku ji bo tijekirina valahiyê, xwe bispêre deynan û deyn bike, heta ku para mûçeyan a terxankirî ji Bexdayê were û piştre pereyên Bexdayê li şûna deynan were danîn.”
Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi navê Encûmena Wezîran biryar da, roja pêncşemê 3yê Kanûna 2020an, dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Cotmehê were kirin bi wê dahata ku li ber destê Wezareta Darayî ye.
Herwiha Encûmena Wezîran biryar da, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêz de serdana Bexdayê bike bi mebesta nîşandana rijdbûna xwe li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin