Mesrûr Barzanî êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê şermezar kir
Mesrûr Barzanî êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê şermezar kir
A+A-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mijara êrîşên bi roketê bo ser balafirgeha Hewlêrê got ku her kî îstîqrara Kurdistanê xerab bike dê wan efû nekin û dê bersivên tund bidin wan.
Li ser êrîşê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medyayê de peyamekî belav kir û got ku hukumeta Herêma Kurdistanê bo hewldanên xerabkirina îstîqrara Kurdistanê, wê musamaha nekin û got “dê bersiva me saxlem be”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Iraqê bi Mustafa Kazimi re axifiye û li ser girîngiya lêpirsîna failên kiryarê rawestiyane.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin