Mesrûr Barzanî: Pêwîste em hemû pêbend bin ku terorîstên DAIŞê bên ceza kirin

Mesrûr Barzanî: Pêwîste em hemû pêbend bin ku terorîstên DAIŞê bên ceza kirin

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  tekez kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” amje bi vegerandina termên 41 qurbaniyên komkujiya Êzidiyan bo gundê Koco kir û wê derbarê de ragihand, tekezî li piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên Êzidî dikin.

Herwiha ragihand, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Dawiyê de jî tekez kir, pêwîst e em hemû pêbend bin ku teroristên DAIŞê bêne cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin