Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji boksorê Kurd Agid Kabayel re ragihand

Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji boksorê Kurd Agid Kabayel re ragihand

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel re civiya û piştgiriya xwe nîşan da.

Boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayelê ji parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê li ser vexwendina Arîn Mesrûr Barzanî hate Başûrê Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê boksorê şampiyon ê Kurd Agit Kabayel pêşwazî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Serokwezîr pîrozbahî û destxweşî li boksorê cîhanî yê Kurd kir ku di van demên dawiyê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî Şampiyoniya Cîhanî ya Boksê ya kêşa giran WBCyê bi dest xist.”

Hat ragihandin, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji boksorê Kurd Agit Kabayel re xwest û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, Agit Kabayel jî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got:

“Wî kemera xwe ya şampiyoniyê wekî rêzgirtin pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir.”

Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî xwe û Agit Kabayel parve kir û got:

“Îro bi dîtina Agit Kabayel, şampiyonê me yê Kurd, şad bûm. Serkeftina te şanazî ye. Destxweşiyê li te dikim.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin