Mesrûr Barzanî: Têkildarî rewşa Sûrîyê me nîgeranîyên xwe gihand alîyê Tirk
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdaneke fermî li Enqerê ye, bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî.
Navenda Nûçeyan- Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê, ji alîyê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ve hate pêşwazîkirin û civîna navbera herdu alîyan dest pê kir.
Di pêşwazîya Mesrûr Barzanî de ku ew cara yekê ye weke Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkîyê dike, Ala Kurdistanê hatibû danîn.
Piştî civînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.
Di destpêka konferansa rojnamevanî de, Mevlut Çavuşoglu kêfxweşîya xwe bi serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê nîşan da û ragihand, ew dixwazin wek Tirkîye pêwendîyên xwe li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin.
Çavuşoglu herwiha behsa operasyona artêşa welatê xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, wî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re gotîye, “operasyona Kanîya Aştîyê li bakurê Sûrîyê li dijî Kurd nîne û li dijî rêxistinên terorîstî û YPG û PKKê ye.”
Her di vê konferansa rojnamevanî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wî di vê civînê de nîgeranîyên xwe yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê de gihandîye alîyê Tirk.
Mesrûr Barzanî got: “Têkildarî Sûrîyê, me derbarê nîgeranîyên hevbeş û rewşa Sûrîyê de gotûbêj kir. Tirkîye hevahengîyê dike li gel UNHCR ji bo vegera penaberan, ku divê li ser bingeha xwasteka wan be û bi saxlemî vegerin ser malên xwe. Bi ti awayekî nabe bi zorê bo ti navçeyekê bêne vegerandin.”
Serokwezîr Barzanî amaje bi pêwendîyên navbera Hewlêr û Enqerê kir û ragihand: “Me tekezî li ser wê yekê kir, ku em pêwendîyên xwe bi pêş bixin û asta bazirganîya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê ber bi pêş ve bibin. Min ji wan re zelal kir ku me wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêjên gelek ciddî hebûne li gel Bexdayê, daku em bikarin bigihin rêkeftinekê, ku em wiha bawer dikin herî dawî di berjewendîya hemû navçeyan de be, li Herêma Krudistanê jî dibe derwazeyek bo zêdekirina asta bazirganî bo tevahîya Iraqê.”
Mesrûr Barzanî dîyar kir: “Em têdigihin ku ewlehî nîgeranîya hemû alîyan e. Em berdewam dibin li ser hevahengîya li dijî terorîstan û mixabin ew rewşa niha li navçeyê heye, divê em ji nêzîk ve hevahengîyê bikin û em li ser kar bikin, ji bo ku em bikarin çareserîyekê jê re bibînin.”
Di bersiva pirsa rojnamavanan de li ser hebûna PKKê li Şingalê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Mixabin niha kontrola Şingalê di destê me de nîne, belku navçe di jêr kontrola hêzên Iraqê de ye. Lê belê me di demên bihorî de gotîye, em li gel hebûna PKKê li Şingalê û navçeyên din ên herêma xwe de nînin.”
Piştî bidawîhatina konferansa rojnamevanî, Mesrûr Barzanî taybet ji Rûdawê re axivî û behsa serdana xwe ya bo Tirkîyê kir û got: “Me serdaneke baş encamp da û em mêvanê Wezîrê Derve yê Tirkîyê bûn. Me behsa rewşa navçeyê kir û me têbînîyên xwe li gel hev guherandin. Hevdîtinên me baş û serkeftî bûn û înşallah dê encamên wê jî xêr bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twîttekê de jî têkildarî hevdîtina xwe û Çavuşoglu nivîsîye: “Asayiş û pêwendîyên bazirganî yên du alî, mijara serekî ya civîna min li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu bû.”
Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re jî hevdîtinê bike.
Li gor daxuyanîya Serokomarîya Tirkîyê, biryar e îro saet 17:00 serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan pêşwazî li Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bike.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin