Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa êrîşa ser Hewlêrê û mijarên siyasî gotûbêj kirin
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî Balyozê Yektiya Ewropayê (YE) li Iraqê Ville Varjola û şanda dîplomatîk a YE kir.
Di civîna ku berpirsê ofîsa YE li Hewlêrê û çend dîplomatên din yên YE amade bûn de, êrîşa moşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêrê hat şermezarkirin û behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û şerê terorê û rewşa koçberan hat axaftin.
Şanda YE kurte raportek li ser xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir bi taybet di warê alîkarîkirina reformên hikûmetê bo bihêzkirin û baştirkirin sîstema bankî û karûbarên hêzên navxwe û polîs û çalakiyên sivîl û rûbirûbûna tundî û tawanên organîze û spîkirina dirav û koçberiya qaçax.
Şanda YE spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku di gelek waran de alîkarî û hemahengiyeke baş bi balyozxane û dezgehên YE yên li Iraqê re dike.
Mesrûr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya YE kir di warê reforman de bi taybet di warê bihêzkirina aboriyê û dîcîtalîzekirina sîstema xizmetguzariyan û bikaranîna teknolojiyê bo pêşxistina zelalî û nehîştina gendeliyê de.
Mesrûr Barzanî herwiha behsa biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî gaz û nefta Kurdistanê kir û got, ew biryar ne Destûrî ye û divê pirsgirêk li ser bingeha Destûrê bêne çareserkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin