Mesrûr Barzanî û Mehmet Şîmşek li ser hinartina petrolê axivîn

Mesrûr Barzanî û Mehmet Şîmşek li ser hinartina petrolê axivîn

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li ser hinartina Petrola Kurdistanê axivîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” a li Dubaiyê dibe.

Mesrûr Barzanî li Dubaiyê bi Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek re jî civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hinartina Petrola Kurdistanê yek ji wan mijaran bû ku wan gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan de hatiye kirin.

Her wiha bi taybetî qala bipêşxistina pêwendiyên bazirganî, aborî û veberhênanê hatiye kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje pê kir, "Hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistan de û rêkarên destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya di demeke nêzîk de hatine gotûbêjkirin."

Hikûmetê daxuyand ku dabaşa "girîngiya pêkanîna Projeya Rêya Bipêşketinê” hatiye kirin û her du aliyan li hev kiriye ku girîng e Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî vê projeyê bibe.

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û beşdariya Qubad Talebanî 10ê Sibata 2025an çû Îmaratê ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

Dadgeha Bazirganiya Navnetweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

Dadgeha Bazirganiyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya vê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot derve.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin