Mesrûr Barzanî û Mesud Tek yekrêzîya Kurd gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Partîya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de yekrêzîya hêz û alîyên Kurdistanî hat gotûbêj kirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh 11ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek û şana pê re kir.
Li gor daxuyanîya Ofîsa Ragihanda Serokwezîrîya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de herdu alî ser yekrêzîya hêz û alîyên Kurdistanî û çareserkirina pirsa Kurd bi rêbazên aştîyane sekînin.
Mesrûr Barzanî nêrîna hêvî xwestîye, bi awayekî adil û aştîyane li derveyî tundûtujîyê çareserîyek ji pirsa Kurd re were dîtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin